Heyeteke ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, piştî êrîşa bombeyî ya li dijî navenda PDK-Î, sersana sersaxiyê kir.

Heyetek KNK’ê îro tevlî sersaxiya PDK-Î ya li bajarê Koy ê girêdayî Hewlêrê bû.

Di heyetê de tevî Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç,  Endamê Meclîsa Daîmî ya KNK’ê Farûk Cemîl, endamên KNK’ê Şukrûllah Amîn Şahid, Dewrêş Çîmen û Ferhat Doskî jî cihê xwe girtin.

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, ji Xalît Azîzî re hêviyên xwe yên sersaxiyê ragihand û got; “Ji bo pêşmergeyên PDK-Î û endamên asayîşê yên di êrîşê de şehîd bûn, sersaxiyê dixwazim.” Koç, diyar kir ku şehîd, şehîdên tevahî Kurdistanê ne.

Koç di berdewamiya axaftina xwe ev gotin; “Eger em li mala xwe jî ne di ewlehiyê de bin, pêwîst e em vê rewşê bi awayekî cîdî bipirsin. Li dijî ew ên ku cesaret dikin me li malên me bikujin, divê li ser esasê yekîtiyê em tevbigerin.” 


ANF / HEWLÊR