Şandaya ku ji Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Nûlûfer Koç, endamê Konseya Rêveber ê KNK’ê Kerîm Omer û çend endamên din ên KNK’ê pêk dihat, piştî gera xwe ya li Rojavayê Kurdistanê pêr çûn Şengalê. Şandaya ku yekem serdana Meclisa Avaker a Şengalê kir ji aliyê berdevkê meclisê Xidir Salih ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşvaziyê Hevseroka KNK’ê Nûlûfer Koç axivî û got wan xwest di derbarê pirsgirêkên ku li Şengalê tên jiyîn de agahiya bigrin da ku ew jî weke KNK ji bo şareseriya pirgirêkan têkevin nava hewildanan.
‘Têkoşîna gelê Şengalê pîroz e’
Nûlûfer Koç bal kişan ser têkoşîna azad kirina Şengalê û wiha axivî: “Têkoşina azad kirina Şengalê berdewam dike. Ji bo vê ji divê ku yekgirtin û yekitiyeki xurt nav gelê me de hebe. Cardin wek KNK me xwest pişti rizgariya Şengalê em van derana bibînin. Têkoşîna miletê me yê vir jî gelek piroz e. Şengal xwe nû ava dike. Di vê merhelê de divê hemû rêxistinbunên me hêz û piştgiri bide Şengalê".
Her weha Endamê Konseya Rêvebir a KNK’ê Ebdil Kerim Omer jî diyar kir ku ew cara yekemîn tê Şengalê û got ew bi ditîna gelê Şengalê ve gelekî kêfxweşe.
‘Bi vîna gelê me wê biryar bê girtin’
Berdevkê Meclisa Avaker ê Êzidiyên Şengalê Xidir Salih jî kêfxweşiya xwe ji bo ziyareta şandaya KNK’ê anî ziman û got: “Bi van serdanan em his dikin ku miletê me gel me ye."
Xidir Salih got ew ked û alîkariyên KNK’ê, Rojava û gelê Kurd ku ji bo Şengalê kiriye ji bîr nakin û wiha pê da çû: “Niha em ji wek Şengal dixwazin meclis û saziyên xwe xurt bikin. Weki berê em nahêlin ku hineke din me bidin meşandin. Êdî biryarên ku di derbarê Şengalê de bên girtin, evê bi vîna gelê Şengalê bê girtin. Ji bilî vê em tu biryaran qebûl nakin.”
Piştî axaftinan şandaya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û endamên Meclisa Avaker a Şengalê çûn serdana bajarê Şengalê û li cihên şer heri dijwar qewimî bû geriyan.
Tê zanin ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji roja fermanê heya niha gelek alîkari ji bo miletê çiyayê Şengalê kom kirin û piştgiriyê xwe kêm nekirin.
AMARA TOLHILDAN/ARJÎN AZADÎ/ŞENGAL