Bi kongreya Partiya Çareseriya Demokratîk (PDÇK)  ya li bajarê Silêmaniye yê li Başûrê Kurdistanê re Tevgera Azadî ya Civakên Kurdistanê, ava bû. Ala tevgerê jî diyar bû. Tevgera Azadî ya Civakên Kurdistanê (Tevgerî Azadî Komelekanî Kurdistan), ku nêzî du sal in amadekariyên wê dihatin kirin, di 17’ê Cotmehê de bi beşdariya 150 delegeyan li bajarê Silêmaniyê kongreya xwe li dar xist.
Di kongreyê de ku bi dirûşma “Ji bo takekesê azad civaka demokratîk” hat lidarxistin, avabûna vê tevgera nû ya civakî bi awayekî fermî hat ragihandin. Di kongreyê de ji bo hevserokatiya tevgerê Şîlan Şakir û Mihemed Ebdûllah hatin hilbijartin, ji bo konseya rêveberiyê jî 15 kes hatin hilbijartin.
Hevserok Mihemed Ebdûllah di axaftina girtinê ya kongreyê de diyar kir ku gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê li ser piyan e û destnîşan kir ku planên qirêj ên li ser Kurdistanê, bi berxwedana Kobanê re hatine pûçkirin.
Ebdûllah got, “Di vê demê de pêwîstiya me herî zêde bi yekîtî û rêxistinbûyînê heye. Divê em ji hêza xwe ya cewherî piştrast bin û xwe xurt bikin. Serketin û azadî bi vî rengî pêkane.

KNK: TACK wê bibe bingehê jiyaneke hevbeş

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) avakirina Tevgera Azadî ya Civakên Kurdistanê silav kir û got, “li xaka ku bûye dergûşa şaristaniyê û çavkaniya nirxên mirovahiyê, avakirina Tevgera Azadî ya Civakên Kurdistanê wê bibe bingeha kar û xebatên avakirina jiyaneke hevreyî û hevbeş.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser biryara xwe fesxkirinê ya PÇDK’ê û avabûna Tevgera Azadî ya Civakên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û damezrandina Tevgera Azadî silav kir.
KNK’ê da xuyakirin ku dagirkerên Kurdistanê bi destê çeteyên DAIŞ‘ê weke hespê Trûwa kirine herêmê, li Kurdistanê rê li ber hovîtiyê vekirine û destnîşan kir ku gelê Kurd di destpêka sedsala 21’an de pêvajoya destanan dijî.
KNK’ê diyar kir ku di vê pêvajoyê de PÇDK’ê di kongreya xwe ya 6. de gaveke dîrokî avêtiye û got, “PÇDK’ê bi vê nirxandina dîrokî destnîşan kir ku derfetên dîrokî derketina pêşiya gelê Kurd û piştî fesxkirina xwe, di avakirina Tevgera Azadî ya Civakên Kurdistanê de bi roleke sereke rabû.”
KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku biryara PÇDK’ê dîrokî ye û da zanîn ku di di serî de gelê Kurd divê raya giştî ya cîhanê, entelektuel, feylesofên cîhanê, sosyolog, siyasetmedar û medya cîhanê li ser vê biryarê rawestin.
Daxuyaniya KNK’ê ya li ser mijarê wiha dewam kir: “Piştî ku encama Kongreya 6., di 11ê Cotmehê de ji raya giştî re hat deklere kirin; di 17’ê Cotmêhê de jî, bi dirûşma “Takekesê azad û civakek demokratîk”, kongreya xwe lidar xist û bi daxuyaniyekê Tevgera Azadî ya Civakên Kurdistanê ji raya giştî re deklere kir.
Di xaka ku bûye dergûşa şaristaniyê û bûye çavkaniya nirxên mirovahiyê, avakirina Tevgera Azadî ya Civakên Kurdistanê wê bibe bingeha kar û xebatên avakirina jiyaneke hevreyî û hevbeş.
KNK’ê, biryara PÇDKê bi dilsozî silav dike û destek dike.
Gelê Kurd, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de, li gel doza azadî, demokrasî, aştî û jiyana bi rûmet; lêgerîna nasname, kesayetî, hişmendî, îradî jî kire armanca xwe û di encamê de sîstemek derxiste holê. Encama vê jî, Şoreşa Rojava, jiyana bi rûmet û parastina nirxên mirovahiyê ye. Di kesayeta Kobanê û Şengalê de cîhan teva giha hev.
Tevgera Azadî ya Civakên Kurdistanê serketina gelê Kurd e û divê ev xeta derketiye holê bê parastin û bê bihêz kirin.”


BRUKSEL