
Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), a 17’emîn di 14-15’ê Cotmehê de li bajarê Eîndhoven ê Hollandayê pêk hat.
Ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji Rûsya, Ermenîstan, Gurcîstan, Kazakîstan, Emerîka, Awûstralya, Afrîkaya Başûr û ji seranserê Ewrêpayê, gelek endam û mêvan beşdar bûn.
Nûnerên 47 partî û rexistinên siyasî û 21 saziyên medenî jî wek endam amade bûn. Her wiha nûnerên 7 partiyên siyasî jî wek çavdêr beşdar bûn.
Encamên civata giştî hatin eşkerekirin û hat ragihandin ku di civatê de li ser derfet û xeteriyên li Kurdistan û gelemperiya Rojhilata Navîn nîqaş hatine kirin.
Di encamnameya 17. civata giştî ya KNK’ê bal li ser rewşa Rojavayê Kurdistasnê hat kişandin û wiha hat gotin: “Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê, gav bi gav sîstema demokratîk a federal bi serketî tê avakirin. Herî dawî bi hilbijartinên hevserokên Komînan ya di 22’ê Îlona 2017’an de, bînesaziya demokrasiyê di bingehin de hate avêtin.
Hezên QSD’ê, di bin pêşengiya YPG û YPJ’ê de îro ketine paytexta DAIŞ’ê Reqayê û edî bi encamgirtina pêngava rizgarkirina Reqayê ve, DAIŞ bi temamî dişike. Pêvajoya têkçûna DAIŞ‘ê di sala 2014 an de, bi serkeftina Kobanê dest pê kir û bi rizgarkirina Reqayê, ber bi dawiyê diçe.”
Armanc doza Kurdî ye li Sûriyê
Di civata giştî ya KNK’ê de bi baldarî endam û mêvan li ser siyaseta dewleta Tirk rawestiyan û gotin: “Ji ber vê serketina hêzên QSD‘ê, dewleta Tirk kete nav metirsiyê û bi operasyona Îdlibê dixwaze hêza DAIŞ û Selefiyan bipareze. Armanca esasî ya dewlata Tirk ew e ku bi rêya El Bab û Îdlibê, dorpeça Efrînê xurttir bike da ku federasyona Bakurê Sûriyê, wekî tê xwestin pêk neyê. Her çiqas Tirkiye rûyê xwe yê dagirker di bin navê pêkanîna peymana Astanayê de vedişêre jî, dixwaze li ser Îdlibê siyaseta xwe ya dijî Kurd pêk bîne.
Dewleta Tirk a ku li dijî Kurdan, li Rojava û Bakur şerekî dijwar dimeşand, li Başûrê Kurdistanê, xwe wek dostê Kurdan nîşan dida. Mixabin siyaseta deshilatdar a Başûrê Kurdistanê jî, dewleta Tirk wek dost dest digirt û hevalbendiyeke kûr û stratejîk bi pêş xistibû.”
Dewleta Tirk her li gel dijminên Kurd e
Di civata KNK’ê de bal li ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî hat kişandin. Endaman anî ziman ku bi taybetî piştî referandûma ku di 25’ê Îlon 2017’ê de li Başûrê Kurdistanê pêk hat, rûyê dewleta Tirk jî baştir derket holê û wiha pê de çûn: “Edî bi zelalî derket holê ku dewleta Tirk bi giştî neyarê gelê Kurd e. Her çiqasî gelê me li Başûrê Kurdistanê bi rêya referandûmê xwest mafê xwe yê xwezayî û destnîşankirina çarenûsa xwe, pek bîne jî, ji ber siyaseta desthilatdar a teng û ne pêşdîtî, piştî referandûmê kete nava zerareke mezin. Li aliyekî Tirkiye û li aliyê din jî Îran û Iraq ket nava liv û tevgerê. Dewleta Tirk bi lez û bez piştî referandûmê kete nava liv û tevgera çekirina tifaqa li dijî Kurdan.
Civata Gîştî ya 17. a KNK’ê Rojhilatê Kurdistanê jî wek beşên din ên Kurdistanê nirxand. Siyaseta Îranê ya îdam, qetilkirina kolberan, mêtîngeriya civakî, îdarî û siyasî ya li ser Rojhilatê Kurdistanê hat şermezakirin. Her wiha beşdariya Îranê ya di tifaqa dij Kurd û dest xistina nava beşên din ên Kurdistanê, wek dijiminatiya sereke hate nirxandin.
Siberoj girêdayî hev e
Xaleke esasî ya nîqaşên Civata Gîştî ya KNK’ê li ser pewîstiya stratejiya yekîtiya neteweyî û hevgiritina mezin bû. Li ser mijarê hate gotin: “Eger hemû hezên siyasî beşdarî platformên yekîtiya neteweyî wek Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ya ji aliyê KNK’ê ve, di 15-16 Tirmehê de li Silêmaniyê pek hat bibûyana wê demê, mumkun bû ku pêşiya hinek pirsgirikan hatiba girtin. Biryarên ku hemû Kurdistanê eleqedar dikin, pewîstiya wan bi konsesûsa neteweyî hebû. Wek girtina biryara li ser referandûmê. Siyaseta parçeperest, Kurdistanê dike xeteriyê. Îro ev rastî zelaltir e. Edî qedera parçeyekî Kurdistanê, giredayî parçeyekî din e. Ango qedera Başûr giredayî Rojava; ya Rojava giredayî Bakur e. Ya Rojhilat jî giredayî 3 parçên din e. Ji ber vê rastiyê jî, koordînasyon û hevsengî di çerçova siyaseta yekîtiya neteweyî de jiyanî ye.”
Karên KNK pîroz in
Di civata giştî ya KNK’ê de hat destnîşankirin ku pirsgirêka yekîtiya neteweyî êdî tenê pirsgerika partiyên siyasî nîne. Lewma pewîstî bi hişyarî, beşdarî û çalakbûyîna hemû takekes û rexistinên Kurdan heye.
Di Civata Gîştî ya 17. de endam û mehvanan, dest xweşî li KNK’ê kir ku KNK’ê bi awayekî çalak, kar û xebatên xwe ji bo pêşxistina yekîtiya neteweyî dimeşîne. Pekanîna Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ya li Silemanî‘yê; Şêwira Yekîtiya Neteweyî ji bo Rojhilatê Kurdistanê ya di navbera 15-16 Îlonê li Stockholmê; Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ya di 1û 2yê Cotmehê de û Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdên li Ewropayê ya di 13 û 14ê Cotmeha 2017an de, wek karên gelek girîng hatin destgirtin û berdewamiya van karan ji KNK’ê hate xwestin.
Azadiya Ocalan erkekî niştîmanî ye
Civata Gîştî ya 17. ya KNK’ê rewşa Rebêrê gelê Kurd Abdullah Ocalan wek xaleke taybet girte dest. KNK’ê belavkirina daxuyaniyan dewleta Tirk ên metirsîdar wek pirsgerêkeke neteweyî nirxand û dewleta Tirk hişyar kir ku ew tevahiya nêzîkatiyên dijî Ocalan wek nêzîkatiyên dij neteweyî dibînin. Her wiha KNK daxwaza azadiya Abdullah Ocalan wek erkekî neteweyî û niştîmanî dibîne.
Rengê jinan darîçav dibe
Mijareke din a girîng a Civata 17. jî, li Kurdistanê pirsgirêka beşdariya jinan a di siyaset û karên îdarî û civakî de bû. Di Civata Giştî ya îsal de, hem hejmara jinên endam zede bû, hem jî beşdariya jinan di nîqaşên Civata Gîştî de bal kişand. Jinên endam û mêvan dawxazkirin ku êdî partiyên siyasî astengî li ber beşdarbûyîna jinan ya di siyasetê de dernexînin. Jinan, bal kişandin ser serkeftinên jinên Rojava û Bakûr û bi giredayî wan jî, rexneyên xwe yên li ser partiyên mecal nadin jinan, anîn ser zimên. Ji ber ku partiyên siyasî yên ku bi sedema berjewendiyên xwe yên teng nêzî siyaseta yekîtiya neteweyî dibin, li pêşiya lidarxistina Konferansa III. ya Neteweyî ya Jinên Kurd dibin asteng. KNK bang li hemû aliyên siyasî dike ku wan astengiyan ji holê rakin û li pekanîna konferansa III. ya neteweyî ya jinên Kurd ku wek peşengtiya karên gîştî yên yekîtiya neteweyî ye, xwedî derkevin.
Rêveberiya nû a KNK’ê
Di 17. Civata Gîştî ya KNK’ê de, di peyman û peyrewa KNK’ê de jî, hinek guhertin pek hatin. Peyman û peyrewa KNK’ê hat nûkirin.
Di hilbijartinan de Nîlûfer Koç û Rêbwar Reşîd wek hevserok hatin hilbijartin. Ji bo Konseya Rêvebir ya KNK’ê, ev birêzan hatin hilbijartin: Zubeyir Aydar, Adem Uzun, Tahîr Kemalîzadeh, Çîçek Yildiz, Dilşa Osman, Refîk Ghafur, Şahla Hafîd, Abdullah Melle Nourî, A. Avesta Aydin, Behzad Pîrmûsa, Zaînab Moradî, Abdulkerîm Omar, Pelîn Yilmaz, Nûman Ogur, Nalya Îbrahîm.“ n BRUKSEL