Endamê Meclîsa Leşkerî yê Babê Mihemed Ebdulrezaq diyar kir ku balafirên artêşa Tirk a dagirker yekser sivîl kirine hedef. Di encama êrişê de 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên Şoreşger jî bersivê didin êrîşên çeteyan. Li herêmê şerekî dijwar diqewime.

Der barê mijarê de Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Îlham Ehmed bi ajansa me re axivî û got: “Di encama êrîşan de gelek şehîd û birîndar hene. Niha 20 birîndar rakirine nexweşxaneyan. Êrîş hêjî berdewam dike ji bo wê jî kes nikare biçe herêmê û cenaze û birîndaran rake.”

Der barê êrîşên di 30 km sînorê Tirkiyê û 20 km navenda bajarê Helebê de Ehmed wiha axivî: “Hêzên Artêşa Azad duh gef xwarin ku; Til Refet vala bikin, em ê bikevinê. Duh tevahiya rojê gundên li wê herêmê topbaran kirin. Ji seatên êvarê ve êrîşa balafiran destpê kir. Balafiran bi dijwarî êrîş kirin. Piştî wê hema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin. Di êrîşa duh de ji bejahiyê DAIŞ û Artêşa Azad û ji hewa jî balafirên artêşa Tirk êrîş kirin. Dewleta Tirk, DAIŞ û Artêşa Azad bi hevre êrîş kirin.”

 ‘Dixweza pêşiya operasyona Reqqayê bigire’

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed dazanîn ku ger hêzên Koalîsyonê van êrîşên dewleta Tirk nede sekinandin ew ê wan jî hevkarê Tirkiyê û hêzê pêve girêdayî binirxînin.

Hevseroka HSD’ê bal kişande ser van mijarên girîng: “Tirkiye di vê demê de tevlî operasyona Mûsilê nebû. Ji bo operasyona Reqqayê bibe jî gelekî îsrar kir. Lê ew jî neda qebûlkirin. Hêzên QSD’ê jî di vê demê de amadekariyên operasyona Reqqayê dike. Jixwe armanca Tirkiyê ya ku dixwaze beşdarî operasyona Reqqayê bibe, parastina DAIŞ’ê ye. Dixwaze Reqqayê bixe bin desthilatdariya xwe. Dema QSD’ê diyar kir ku ew xwe ji bo operasyona Reqqayê amade dikin, ji bo li dijî DAIŞ’ê operasyonek bi vî rengî neyê destpêkirin, êrîşî Efrînê dike. Dixwaze li Sûriyê her tim DAIŞ hebe û ew jî li ser vê yekê siyasetê bike û xwe li ser Sûriyê serwer bike.”


NAVENDA NÛÇEYAN