Piştî demeke dirêj cara yekemîn e ku balafirên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYE’yê nuqteyên kombûna fermandarên çeteyên Huras El-Dîn ên girêdayî El-Qaîde bombebaran kirin. Di encamê de gelek fermandar hatin kuştin.

Huras El-Dîn, koma tundrew a girêdayî El-Qaîdê ya li parêzgeha Idlibê ye. Ev kom li bejahiya rojavayê Helebê ye û ji dema ku ev der ji bin serweriya rejîmê di 2015’an de derketiye ev rêxistin heye û gelek çalak e. Vê koma ku piranî endamên wê ne ji Sûriyê ne li dijî sivîlan gelek komkujî pêk anîne. Ev kom li rex Cebhet El-Nusra û Partiya Îslamî ya Turkistanî serweriya piranî erdnîgariyên Idlib, bejahiyên rojavayê Helebê, bakurê Hemayê û rojhilatê Laziqiyê dike.

Gelek fermandarên navdar kuştin

Şeva berê balafirên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYE’yê nuqteyên kombûna fermandarên navdar ên ji Huras El-Dîn li bejahiya Endaziyarên Yekem li rojavayê bajarê Helebê, bombebaran kirin. Di bombebaranê de fermandarên bi navê; “ Ebû El-Feda El-Tunisî, Ebû Umro El-Tunisî, Ebû Yehya El-Cezayîrî, Ebû Zur El-Misrî, Ebû Îbrahîm El-Şamî û Ebû Decane El-Tunisî hatin kuştin. Li gor agahiyan ev fermandarên ku bûn hedef, şerkirina bi rejîma Sûriyê li bejahiya rojavayê Hemayê redkirin e.

 

IDLIB