Jin û zarok qetil dikin
Hemo destnîşan kir ku komkujiyên Tirkiyê yên li Babê di bi alîkariya ezmanî ya balafirên Koalîsyona Navnetewî pêk hat û wiha peyivî: “Herêma Babê ji aliyê Tirkiyê ve tê topbarankirin, her wiha balafirên koalisyonê jî bi bombebarana xwe piştgiriya wan dike. Tirkiyê li gundên Tel Betalê Rojhiat, El-Selasine û Cund El-Asî topbaran kir, di encama van êrîşan de komkujiyan pêk tîne. Jin û zarok qetil dikin. Gelek zirara madî jî di mal û milkên welatiyan de çêdikin. Ji ber êrîşên wan hejmarek mezin ji şêniyên herêmê koçber bûne û hîn jî dibin. Hejmarek mezin a koçberan xwe dispêrin Efrînê.”
Dixwaze çeteyên xwe
li wir bi cih bike
Ehmed Hemo derbarê armanca Tiriyê jî ev tişt anî ziman: “ Dewleta Tirkiyê bi êrîşên xwe dixwaze herêmê ji şêniyên wê yên xwecihî vala bike û çeteyên xwe li wir bi cih bike. Îdayên wan ên ku qaşo şerê komên çete yên DAIŞ’ê dikin ji rastiyê dûr in. Ya rast di navbera wan de lîstok heye, ji xwe DAIŞ’ê û Tirkiyê alîgirên hev in. Armanca wan bi vê yekê ew e ku herêmê ji kurdan vala bikin.”
ŞERVÎN MUSTEFA
ANHA/EFRÎN