Li kolan, bazar û qadên Kobanê di van rojan de qerebalixeke zêde ya welatiyan bi taybet a zarokan heye. Welatî amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê ya îsal dikin.

Ev sal ne wekî salên berê ye, ev cejn taybetmendî û xweşiyeke wê ya cuda heye. Sala borî Kobaniyan cejn nedîtin, li Bakûrê Kurdistanê bûn, êrîşên li ser bajêr dijwar bûn, bala wan her li ser Kobanê bû, xemgîniyeke mezin wê demê jiyan.

Sakîne Hemze ku dayîka ‘şehîdekî Kobanê’ ye kêfxweşiya xwe bi hatina cejnê diyar kir, û got ku ew cejna di ‘şehîdên Kobanê’ de dibîne û wê roja cejnê serdana ‘gorên şehîdan’ û gora kurê xwe bike, her wiha dê şekiran jî li welatiyan belav bike.

Zarokê bi navê Lovan li nava bazarê digere da ku hin pêdiviyên xwe bikire. Lovan bi hatina cejnê pir kêfxweş e, dibêje: “Divê salê de çeteyan nikarîbûn Kobanê dagir bikin, dîsa li ser şehîdên me ku bûn qurbaniya Kobanê ez xemgîn im, piraniya wan ciwan bûn.” 


XUNAV ОîSA/KOBANÊ/ ANHA