Hunermend Bilind Îbrahîm, beşdarî şahiyeke li bajarê Kobanê bû ku ji aliyê Ronahî TV ve hate organîzekirin.
Şahî li Meydana Şehîd Egîd Korkmaz hate lidarxistin, bi hezaran ji şêniyên Kobanê tev li şahiyê bûn. Hunermend Bilind Îbrahîm dema derket ser dikê, destpêkê bixêrhatina beşdaran kir û piştre dest bi stranên xwe kir.
Hunermendê Kurd, Bilind Îbrahîm ku bi eslê xwe ji bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê ye, beriya niha bi çend rojan serdana Rojava kiribû û beşdarî gelek şahiyên li herêma Cizîrê bûbû.
Ev yekem car e ku Bilind Îbrahîm li bajarê Kobanê, sembola berxwedanê, beşdarî şahiyekê dibe.
KOBANÊ