Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, derbarê mijarên wekî yekîtiya netewî ya kurd ku bi berxwedana Kobanê re zêdetir ketiye rojevê, hewldanên ji bo Kurdistanek azad û avakirina Suriyeyek demokratîk, sozên alîkariyê ku Neteweyên Yekbûyî ji bo koçberên Şangalê yên hatine Rojava dan lê bicîh ne anîn de, ji ANHA’yê re axivî. Ekrem Hiso, destnîşan kir ku nirxandinên dê ji niha û pê de li ser herêmê, Kurdistan û Rojava bêne kirin, divê êdî wekî, “dîroka ku beriya Kobanê û piştî Kobanê hatiye nivîsandin” bê dabeşkirin û got; “Em dikarin bi rehetî bêjin ku Kobanê ji gelek aliyan ve bûye mîladek.”  

Kobanê sembola mirovahiyê ye

Hiso, destnîşan kir ku gelên Rojava û Kobanê bi berxwedana xwe, nîşanî hemû cîhanê daye ku miletekî xwedî bawerî û îrade bi tu awayî têk naçe. Hiso da zanîn ku gelê kurd di nava têkoşînê de xwe ji nûve afirandiye û ev tişt anîn ziman: “Bi derfetên xwe sazî û rêveberiya xwe, bi hêza xwe derxistin holê. Bi berxwedana Kobanê re hemû cîhanê dengê doza mafdar a gelê berxwedêr ê Rojava bi awayekî herî baş bihîst.”
Hiso, destnîşan kir ku berxwedana Kobanê derfetên jiyana hevbeş û çareseriya pirsgirêkan a gelên herêmê jî derxistine holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “hêzên kurd, tirk, ereb û hêzên ji gelên din ku li Kobanê berxwedan kirin, nîşan dan ku jiyana demokratîk, azad û hevpar mumkun e. Têkoşîna gelan a hevpar ku li dijî DAIŞ’ê hatiye dayîn ev yek îspat kiriye. Xweseriya Demokratîk a ku niha li Roava bi beşdariya hemû gelan tê avakirin encama têkoşîn û ruhê vê hevpariyê ye.”

Rêbaza çareserkirinê nîşan da

Ekrem Hiso, anî ziman ku piştî li Rojava xweseriya demokratîk îlan kiriye, wan hewl daye ku ji bo projeya Suriyeyek demokratîk bi hemû hêzên muxalîf ên li Suriyê re bikevin nava diyalogê û wiha dom kir: “Şoreşa Rojava di heman demê de perçeyê herî aştîxwaz ê şoreşa Suriyeya demokratîk e.” Hiso, bal kişand ku polîtîkayên hêzên serdest ku di destpêka sedsalê de kurd perçe kirine, bi berxwedana Kobanê re têk çûne û û wiha pê de çû: “Vê berxwedanê di her warî de encamên dîrokî derxistine holê. Di serî de jî zemîna yekîtiya netewî ya kurd ava kir. Bi berxwedana Kobanê re gelê kurd baştir fêm kir ku li her derê yekîtî çêbike û hêza xwe mezin bike.”

‘Peymana Duhokê berhema berxwedana Kobanê ye’

Hiso, got ku bi berxwedana Şengalê re têkiliya wan bi hêzên Başûrê Kurdistanê re çêbûne, lê bi berxwedana Kobanê re pêşvetir çûne û wiha axivî: “Hinek pirsgirêkên ku berê hebûn, hatin derbaskirin û pirsgirêka hatinûçûna di navbera Rojava û Başûr de ji holê rabû. Di encama van têkiliyên erênî de peymana Duhokê çêbû. Herçiqasî pêngavek sivik be jî, yekîtiya ruhî ya hêzên Rojava û 4 perçeyên Kurdistanê pêk tê.”
Hiso, da zanîn ku bi îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk re, ji gelek aliyên cîhanê şande hatine herêmê, lê piştî berxwedana Kobanê nêzîkahiyên li hemberî Rojava asteke gelekî cudatir qezenç kiriye û wiha dom kir: “Gelên cîhanê dîtin ku hem Suriyeyek demokratîk hem jî azadî ji aliyê kurdan ve tên parastin. Dîsa dîtin ku terzê me yê rêveberiyê mafên hemû gelan û zayendan di parêz e û dikare pêşengiya têkoşîna azadî û demokrasiye ya gelê Suriyê bike.”

Piştgiriya hîn zêdetir

Hiso destnîşan kir ku bi berxwedana Kobanê re di nêzîkahiya li hemberî Rojava û trafîka dîplomasiyê de pêşketinên erênî çêbûne, lê kêm in û got ger ku tê xwestin ku pirsgirêkên Suriyê û Rojava bi riyên demokratîk bêne çareserkirin, divê alîkarî bê dayîn. Ekrem Hiso, got ku li se gelê kurd hîn jî talukeya komkujiyê, her wiha ambargoya li ser herêmê didome û xwest ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê alîkariya zêdetir a Rojava û YPG’ê bê kirin. Hiso got ku divê li hemberî ambargoyê jî hêzên navnetewî piştgirî û alîkarî şênber bibe. Hiso, da zanîn ku ger ku ev yek pêk were dê berxwedana Kobanê bi ser bikeve û tevkariya pêşeroja herêmê bike.

Tirkiye rê dide çeteyan

Hiso, nêzîkahiyaTirkiyê ya li hemberî herêmê rexne kir û got ku ew ji ber alîkariya ku dide çeteyên DAIŞ’ê û rexne û şermezar dikin. Hiso diyar kir ku ew biratiya gelên Tirkiyê dixwazin, lê dewleta Tirkiyê sînorên xwe ji çeteyan re vedike û di vir de israr dike. Hiso, got ku ev dime sedema kûrbûna pirsgirêkan û ji Tirkiyê xwest ku politikaya xwe ya li dijî Rojava biguhere. Ekrem Hiso destnîşan kir ku ew ji aliyekê ve di çarçoveya parastina rewa de têkoşînê dimeşînin, li aliyê din jî xebatên avakirina demokratîk didomînin.

ANHA/AMÛDE