Lê îro Kobanê, gihaşt wateya navê xwe û bû Kobanê... Êdî li ser dinyayê xwedî nav û deng bû Kobanê... Çi ku ew nirxên ku li Kobanê veşartî mabûn, ne tenê herêm, vêcar hemû dinya êdî pê hesiyan. Hemû fêylesof û zanyarên dinyayê, yên herî bi nav û deng, yên herî bi ked û xwedî raman, ji bo Kobanê di nav hewldanekî de xebitîn. Bi vî hawî Kobanê, bi awayekî aşkere li ber çavên însanetiyê, bi hemû êhtişamiya xwe ve biriqî. Kobanê bû stêrkek û li her warên, her bajarên dinyayê, bi her çand û her netewên mirovahiyê re xuya bû. Stêrkeke wisa ku, ne tenê ji bo çavên vekirî, ji bo çavên kor û guhên kerr jî bi rengên xwe ya keskesor vebû.
***
Kobanê, heta çendek berê tenê bajareke veşartî, bêdeng, bênav a ji bajarên Kurd û Kurdistanê bû. Lê îro pêva Kobanê êdî ne tenê Kobanê ye, ne tenê bajarek e, ne tenê bajarekî Kurdan û Kurdistaniyan e jî... Kobanê êdî bajarek ji barjarên mirovahiyê ye. Kobanê êdî Kurd e, Ereb e, Latîn e, Tirk e, Elman, Îngilis, Fransî, Rûsî, Emrîkî, Êranî, Hîndû, heta Peştûnî, heta Efrîqayî, heta ji her olî, Misilman, Mesihî, Yahûdî, Bûdîstî, Zerduştî, her çiqasî ol û netev, her çiqasî çand û milet heye, her çiqasî pol û qast heye, her çiqasî nirxên hevbeş a însanetiyê heye, Kobanê êdî ji wan hemûyan e.
Kobanê êdî li hemberê tevgerên dijmirovahiyê re tekoşîn e. Kobanê bi bîranîna nirxên bilind, çandên gelerî ye. Kobanê îro êdî wêjeyek ji wêjeyên gerdûnî ye. Wek mînak Dostoyevskî ye Kobanê. Marquez e... Çiyayek e, wareke ji warên zarokên şaristaniya herî qedîm Chiapas e... Komandante Emîliyano Zapata û Subkomandante Marcos e êdî Kobanê...
Wek tê zanîn ramanger û munewerên hemû dinyayê xwedî ji Kobanê derketin, ji ber ku êdî Kobanê, Sokratesê ku ber rastiya zanyariyê giyajehrkê vexwarî bû ew zanyarî bixwe ye. Kobanê êdî neynikek e, ku mirovahî bi wê neynikê mirovahiya xwe dibîne. Nêrîngehek e Kobanê, ku va çend hezar sal e însanetî di bin dagirkerî ya xirabmêjûbûn a xwe de dinale, Kobanê bûye nêrîngehek û ev yek nîşanî gelan kiriye.
Kobanê êdî şoreşa mirovahî û minakên qehremanên şoreşgeriya mirovahiyê bixwe ye. Zanîn, têgihîştin û ber xwe dan e Kobanê... Hişmendiya Prometeûs ku nûnertiya xwe di mêjî û jiyana Mazlûm Doğan de çirûsand, ew hişmendî ye Kobanê. Şervanî ya Spastacus û Maxsûm Korkmaz bi hev re ye Kobanê. Kobanê êdî tekoşîn û sebr a Hezretî Êyûb bigirin heta bibiryarbûna Kemal Pîr û temam hevalên wî bi hev re ye. Seknek e Kobanê; sekna Mûsa ya li hemberê Fîravûn Ramses bigirin heta berxwedaniya Îbrahîm Kaypakkaya yê li hemberê desthilatdarên Tirk a li Amed'ê ye.
Kobanê, êdî Edward Seîdê rehmetî û gorbuhişt e. Ji Seîdê nemir bigirin heta îro ku wek rûmetiya mirovahiyê şewqa xwe dide û tevdigere, Noam Chomskî ye. Êdî Kobanê Suphî Nejat Ağirnasli û Kader Ortakaya ye, ku bi keseyatiya xwe ve di heman demê de wek nûnerek di şoreşa Kobanê de şêwaza gerdûnîbûnê nîşanî hemû dinyayê dide ew kesayetî bixwe ye.
Ji ber van yekan, em bi dilekî rehet dikarin bêjin Kobanê îro di bin parastina nirxên xurt û têgihîştî yên tevahî mirovahiyê ye. Ev yek jî li hemberî desthilatdarî û dagirkeriyê, li dijî hêzên paşverûtiyê çekên herî giran e. Ji vî çekê girantir tu çek îcat nebûye.