Terorîstên DAÎŞ´ê yên ku li Kobanê derbên giran dixwin, nikarin xwe xilas bikin. Di roja 63´yan a berxwedanê de Navenda Çapemeniyê ya YPG´ê der barê rewşa şer de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên DAÎŞ´ê li dijî Kobanê dewam dikin, lê belê hêzên YPG´ê jî bi derbên li wan dixin her roj xweziya wan diqirika wan dihêlin û hêviyê bi wan re nahêlin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku çalakiyîn hîzîn wan hem li nava Kobanê û hem jî li derveyî Kobanê li dijî çeteyan dewam dikin. Daxuyanî weha dewam dike:
"Li eniya rojhilat li herêmên Sukul Hal, qada Azadiyê û li Kolana şaredariyê hêzên me doh bi şev li dijî komên çeteyan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 5 kuştiyên endamên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya başûr jî roja derbasbûyî piştî ku hêzên me êrîş kirin û herêmên ji destê çeteyan rizgarkirin xebatên lêgerînê dabûn dest pê kirin. Di encama van xebatan de 5 cenazeyên çeteyan, 4 keleş, gelek guleyên BKC û keleşan, rext û 2 bêtêl ketin destê hêzên me.
Li rojavayê Kobanê li derdora gundên Minaze û Izea de hêzên me li dijî komên çeteyan doh bi roj û şev 2 çalakiyên cûda li dar xistin. Di van çalakiyan de jî 7 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin."
QAMIŞLO
Em heta serketinê bi YPG'ê re ne
Fermandarê leşkerî yê tabûrên Şems El-Şemal Ebû Leyla ku ji fermandarên Burkan El-Firat e, da zanîn ku ew ji bo Sûriyeke azad û demokratîk li seranserî Sûriyeyê şerê DAIŞ'ê dikin. Ebû Leyla destnîşan kir ku wan li rex Yekîneyên Parastina Gel derbên giran li çeteyan dane û got: "Em ê heta serketinê bi YPG'ê re bin."
Ebû Leyla got ku armanc ji şerê wan li rex Yekîneyên Parastina Gel ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê dawîanîna li 'terorê' û avakirina jiyaneke bi rûmet ji bo gelê herêmê ye. Fermandarê Şems El-Şemal Ebû Leyla got, hêzên wan li gelek herêmên Sûriye yên wekî El-Bab, Minbic, Cerablus, Sirrîn, El-Şiyûx û hwd. li dijî DAIŞ'ê şer kirine û li wan herêman hertim bi YPG'ê re di nava kordîneyê de bûn. Ebû Leyla got, avakirina Burkan El-Firat ji bo kordîneya di navbera wan û YPG'ê de bi kêr hat da ku bi yekrêzî li hemberî DAIŞ a ku ji bo şoreşa Sûriye û siberoja gelên herêmê xeter e, bisekinin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Fermandar wiha peyivî: "Me soz da ku tu caran Kobanê bernedin. Em ê heta serkeftinê li rex Yekînekyên Parastin Gel (YPG) bin." Ebû Leyla diyar kir ku tevî kêmbûna derfetên madî û leşkerî yên hêzên ku şerê DAIŞ'ê dikin, wan bi yekîtî û hêza vîna xwe karîbû li hebmerî DAIŞ'ê bisekinin.
Fermandarê Leşkerî yê Şems El-Şemal bang li hemû dewletên navneteweyî kir ku şerê 'terorê' dikin da ku bi hemû rêbazan piştgiriya berxwedana Kobanê bikin û çekên giran û cebilxaneyê ji wan re bişînin da ku di demeke nêz de dawiyê li DAIŞ'ê bînin û gelên herêmê biparêzin.
ANHA/KOBANÊ