Mahîr Çayan da xuyakirin ku ew di bin navê "Betul Altindal Sîlahli Propaganda Tîmî" li dijî DAIŞ'ê şer dikin û got, "Ji bo me di salên 70'yî de Geliyê Bekaa çi bû, îro jî Kobanê tê heman wateyê. Kobanê dilê şoreşa cîhanê ye, YPG bûye derî û nuqteya destpêkê ya şoreşan. Kobanê ji bo me nuqteya hêviyê ya sosyalîzmê ye."
Çayan berxwedana Kizildere ya Mahîr Çayan bibîr xist û got, "Li gel têkoşîna li dora şoreşa Tirkiyeyê, ji bo afirandina şoreşa Rojhilata Navîn em li Kobanê ne."
Mahîr Çayan da zanîn ku berxwedana Gezî li Tirkiyeyê potansiyeleke girîng derxist holê û ev bang li ciwanên Tirkiyeyî kir: "Gezî provaya şoreşê bû, Kobanê jî cihê ev pêk tê û li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn tacîdar bibe ye. Divê her kes bizanibe ku berxwedana Kobanê têkoşîna rastî ya gelan e."

Me nekarîbû ji nedîtî ve bên

Şevanê MLSBP Ûlaş Bardakçi jî da xuyakirin, ku berxwedana YPG/YPJ'ê gelên Rojhilata Navîn aniye cem hev û got, "Ne pêkane ku mirov şoreşa li vê derê ji nedîtî ve bên. Li vê derê Kurd, Ermenî, Ereb, Suryanî û Tirk bi hev re têdikoş in. Me gelek şehîd li dû xwe hiştin, hemû jî şehîdên me ne. Hemûyan di nava şehîdên şoreşa cîhanê de cih girtin. Ez jî weke Tirkiyekî li vê derê têdikoşim û ji bo pêşeroja azad vê têkoşîna hevpar weke berpirsyarî û wezîfeya xwe dibînim."

Kobanê şoreş pêşkêşî me kir

Bardakçi ragihand ku pêvajoya Gezî nîşan daye ku li Tirkiyeyê şoreş zêde ne dûre û got, "Berxwedana Kobanê û şoreşa Rojava jî, şoreşeke rasteqîn pêşkêşî me kir û ya dikeve ser milê me parastina vê û cihgirtina li cem wê ye. Em berxwedana hevpar niha li vê derê pêk tînin.

Bardakçi bang li ciwanên Tirkiyeyî kir, ku bên Kobanê ya "deriyê şoreşê vekir" û got, "Em hewl didin bi tevgerên şoreşgerî yên Tirkiyeyê re li cem hev bin. Yekîtiya ku me nekarîbû li dora maseyê bikin, em li vê derê bicih tînin. Weke neferên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê yên li vê derê şehîd ketin em rêhevalên xwe Sarya, Paramaz, Algan Zafîr û Serkan bibîr tînin. Ew ji bo me bûne stêrka rêber. Bûne stêrka piştevanî û şoreşê. Şehadeta wan bûye nîşaneya berxwedana me."

ANF/KOBANÊ