Bi bombebarandina hewayî re dewletên serdest propagandaya ‘qehremaniya xwe ya li dijî DAÎŞ’ê’ dikin, lê navê Kurdan ên ku li hember DAÎŞ’ê bi tenê li ber xwe didin, naynin zimên. DAÎŞ ji navçeyên ku DYA lê dixe berê xwe dide Rojava û êrîşên li ser Kobanê hên dijwartir dike. Hê jî DYA li hember dorpeçkirina Kobanê û metirsiya komkujiyê bêdeng e. Li gel vê yekê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî xwe nagire û bahsa tunekirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dike. Erdogan dibêje; “Planên ji bo têkbirina DAÎŞ’ê divê PYD’ê jî bihundirînin!” Tirkiye herwiha ji bo dagirtina Rojava û jiholêrakirina xweseriya demokratîk a li wir, bahsa pêkanîna herêmeke tampon dike. Heta îro bi El Nûsra û DAÎŞ’ê nekarî Rojava bifetisîne, niha hewldide ku bi alîkariya koalîsyona navdewletî bigihîje vê armancê. Daxuyaniyên rayedarên Tirk pirr aşkereyî nîşan didin; ku ew di nava vê kaosê de serê xwe tenê bi nexwedîbûne Kurdan a statûyekî siyasî re diêşînin. Ew li hember dewletên serdest çiqas bêdeng û ‘biaqil’ bin jî, li hember destketiyên Kurdan ewqas bi kîn û bi hêrs in. Polîtîka û dîplomasiyê tenê li ser bêîrade û bêstatûhiştina Kurdan pêş dixin. Wer xuya ye ku hê jî di hesabên wan ên ji bo siberojê de tu şûn ji Kurdan re tune ye. Plan û projeyên serdestan û yên çeteyên hov çi dibe bera bibe, ew çiqas xwedî tank û çekên giran bin jî, çarenûsa xelkê me bi berxwedana keç û xortên me tê nivîsandin. Statûyê bindestiyê di dîrokê de ma, niha dor hatiye bersiva pirsa ‘em ê çawa bijîn’ê; yanî avakirina jiyaneke azad, Kurdewarî û Kurdistanî. Ji bo vê yekê divê ev derfetên bi bedelên giran, bi can û xwînê derketine holê, berba nebin. Bona vê yekê jî helwesta wek xelkekî him li hemberî êrîşan li ber xwe bide û him jî jiyaneke xweser ava bike, divê. Berxwedana li Kobanê bo Kurdan giştan destpêkek e; him jiyaneke nû ya xweser ava dikin him jî diparêzin!..
Kobanê destpêkeke nû ye!
Êrîşên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) yên li Kobanê û li seranserê Rojavayê Kurdistanê Kurdan pirr diêşîne. Hêzên serdest gişt qala têkbirina DAÎŞ’ê dikin, lê kî dixwaze çi bike, kî bi kê re hevkar e; kaosekî kûr li dar e. Çi rast e, çi şaş e; her tişt di nava toz û dûmanê de ye...Wer xuya ye ku di nav aktorên bi herêmê re elaqedar de tenê Kurd xwedî armancên însanî ne. Her dewlet an jî rêxistin di nava hewldana tunekirina yên din de ye. Hinek têkoşîna desthilatdariyê û hikûmdariyê hinek jî ya sultaniyê û xîlafetê didin..Kurd di nav şerekî qirêj û hov de nirxên mirovahiyê diparêzin û bona vê yekê jî dimirin, ji warên xwe tên derkirin, di konên penaberiyê de bi awayekî perîşan têkoşîna jiyanê didin. Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî ya vê hefteyê de pêşnûma li hemberî ‘şervanên biyanî’ yên li Iraq û Sûriyeyê hat pejirandin. Gorî pêşnûma Konseyê; wê pêşî li rêxistinên terorî bê girtin, çavkaniyên aboriya wan wê bê birîn û çûyînûhatina endamên wan wê bê astengkirin. Herwiha kîjan dewlet gorî vê danezanê tevnegere, ew ê rastî kirdariyên Konseyê yên aborî û siyasî bên.. Êdî pirr berbiçav e; di hovîtiya ku DAÎŞ li Kobanê û li tevahiya Sûriye û Iraqê dide pêşxistin de Tirkiye wek gunehkarê herî mezin derdikeve pêş. Raya giştî ya cîhanî êdî bi alîkariya ku Tirkiye dide DAÎŞ’ê, hesiyaye. Çapemeniya cîhanî her roj derbarê vê yekê de nûçe, wêne û belgeyan diweşîne. Di trajediya li Rojhilata Navîn tê jiyîn de gunehkarên din jî dewletên ewropî û DYA ya ku heta îro pêşiya rêxistinîbûn û çûyînûhatina endamên DAÎŞ’ê vekirî ye. Yanî yên ku îro bahsa têkbirina DAÎŞ’ê dikin, yên ku DAÎŞ mezinkirî, bi xwe ne. Ji ber vê yekê jî di encama plan û projeyên wan yên li dijî DAÎŞ’ê de rewşeke çawa wê derkeve holê, ne diyar e. Mînak; çarenûsa Beşar Esad û rejîma Sûriyeyê wê çi bibe? Rewşa mûxalefeta Sûriyeyê ya ku ji hêla dewletên serdest ve hat rêxistinkirin wê çi bibe? Di nava van plan û projeyan de rol û şûna Kurdan çi ye, Kurd wê xwedî statûyekî siyasî bibin an an; wek pirsgirêkên li benda bersivê ne.