“Kobanê îro xemgîn e,
Dişewite laş bi xwîn e,
Hêstrê çavan dibarîne,
Ax Kobanê...
 
Ciwanê wê çek rakirin,
Bi rext bombe êriş kirin,
Gule bi singê wan werkirin,
Bijî herdu hêzên şervan,
 
Kobanê yê warê Şîlan,
Warê Wiyan a pakrewan
Warê Sadiq warê Qendîl,
Warê Akifê xwendevan.
 
Tîrmehê de azad bû Koban,
Dîlan, Geran, heval Viyan
Gelê me bi yek dengê banq kir,
Bijî mamoste ya ziman.
 
Kobanê îro xemgîn e,
Dişewite laş bi xwîn e,
Hêstrê çavan dibarîne,
Ax Kobanê...”
***


Êdî ez nizanim ew stran kêngî hatibû nivîsîn û xwendin, kêngî hatibû çêkirin, lê ya ku ez bixwe bîhîstîme, ji salekî jî kêmtir e. Cara ewil, min ji keçikeke emrê wê nêzî hîvdeh hîjdeh salî bû, ji wê bihîst. Du şervan bûn... Cil û bergên şervanan li ser wan bû, yekê poşiya xwe wek stûpêlek avêtî bû li stûyê xwe, ya din, ewê ku vê stranê distiriya pê poşiya xwe serê xwe badayî bû û perçek poşî jî li kêleka stuyê wê, heta li ser milê wê dardabûyî, hema wisa dihejikiya. Lingên wan di bin wan de komkirî û li ber dîwarekî nizm û dirêj runiştî bûn. Diyar bû ku ew dîwar diwareke hepsê an jî ciheke ji fermiyeta berê ve mayî dîwareke wisa xaniya fermî bû, ew du şervan a jin li ber wê diwarê agirek pêdayî bûn. Ez dibêjim agir lê, hema çend qirçik vêxisti bûn, li ber dengên qirçeqirça ew darên zirav distiriya û vedigot ew şervana hunermend. Him distiriya, him jî yek caran ew qirçikên ku li der û dorê kom kirîbûn wek bi awayekî bêhemdê, ji dest û tiliyên xwe yên zirav û jêhatî ve dişkêniyan û diavêtin agirê. Ango ji alîkî ve jî nedihîştin ku ew agir bitefe. Wisa dixuya ku tefandina ew agirê, ji bo jiyana wan jî tefandîbûna jiyan bixwe bû. Bihîstina min a ev stranê, cara yekem bi vî rengî bû. Ez dikarim bêjim heta demek bi van dîmenan ve min vê stranê temaşe kir û hêdî hêdî jî min xwe tev li gotina wê şervanê dikir, bi wê re ez jî xwe bi xwe digotim. Demek şûnde ez pê hesiyam ku ez jî stranê jiber kirîme û haya min jê çêbû ku gava ku ez tenê li kolanan dimeşiyam, ev stran dihat li ser zimana min dizeliqiya û xwe bi xwe serî heta dawî ez jî distiriyam. Bi vî rengî demek şunde ev stran bû strana min jî.
Lê carek, vîdyoyeke din jî li ser înternetê hate belav kirin. Di wê vîdyoyê de, rewşeke hê cûda hebû… Lê zimanê însên nazivire ku însan bêje rewşeke daramatîk. Na xêr… Birastî jî li ser vê dinyayê kê ew vîdyoyê temaşe bike, yekcar ew vîdyo pêyva “drama”yê dixe bîra însan, lê ji bo Kurdan ev yek ne wisa ye. Di vîdyoyê de ew jin a ku ev stranê distiriya, li şerê birîndar bûbû. Li cihekî ku pîçek dişibiya nexweşxaneyê, bijîşkek birîna wê dipêçiya, û ew şervan, ji bo ku êşa xwe nebihîse dîsa ew strana Kobanê distiriya. Îja bi çi hêstê… Ne tenê pênûsa min, ez ne bawerim pênûsa tu wêjegerek ku heta niha hatine li ser dinê, jiyane û nivîsîne jî kêr nayê ku ew hêstê wek bi awayekî zimana dilê ve bilêv bike û binivîse… Lê dîsa jî li stûyê me deynek e, ku qet nebû pîçekî jî be, emê wê rewşê teswîr bikin.
Qêyçiyek di destê bijîşkê de, dibire, gulê lê daye, diyare ku pî ya wê şervanê ber birînê werimîye, xwîn jê te, birîn hê nû ye, êhtimal rojek berê an jî çendek berê gule xwariye, lê çi tirs, çi ecizbûn, tu xengînî, tu poşmanî, çi bêzarî, tu tiştek, lê, li ber wê êşê jî hê bi çoşeke dilê, fêzbûnî, xwedî bi rûyeke dilşad, birûmet distirê... Îja ev car hêsta strandinê, ne tenê hunerî, di heman demê de rûmetî ye. Doh nin pêr, min agahiyek bihîst. Gortin ew şervan, di şerê Kobanê de şêhid ketiye. Xwezî guhê min ker, çavên min kor bûya, tu deng nehata guhên min, tu ronahî neketiya çavê min, min ew agahî nebihîsta. Lê tenê hêstek sebra însan tîne li ber bûyerên bi vî rengî. Bi xêra hebûna van şervanan, êdî azadî tu car ji axa Kurdistan bernade. Dibe ku Kobanê çendek xemgîn be, lê bîranîna ew stranbêjên ku ev stranan vedibêjin û dikin derman ji birîna axa Kurdistan re, di rastiyê de azadî werdigirin û lixwe dikin...