
Berxwedana Kobanê encamên çawa derxist?
Ji bo berxwedana Kobanê mirov dikare gelek tiştan bêje. Lehengiya ku keç û xortên Kobanê di qada şer de nîşan dane, wateyeke pir mezin heye. Di şert û mercên herî zehmet û bêîmkaniyê de li hemberî êrîşên DAIŞ’ê berxwedanek meşandin û bi vê berxwedanê xwe xistin dilê tevahî gelê Kurd. Li tevahî cîhanê bandoreke mezin çêbû. Heta ji Stalîngiratê derbas jî bûye. Berxwedana Kobanê bû berxwedana neteweyî ya gelê Kurd û ji bo tevgerên demokratîk û azadîxwaz jî ruhek da. Hem aliyekî xwe yê neteweyî û hem jî aliyekî xwe yê şoreşa jinê jî heye. Kesên li vir canê xwe dan, şehîdên leheng ez bi rêzdarî bibîr tînim. Ev pêşketinên mezin bi saya lehengiya wan çêbûn. Li qada Kobanê destanên lehengiyê yên hatine nivîsandin wê tu carî neyên jibîrkirin. Wê ji bo me timî kaniya serkeftin û pêşketinê bin.
Hîn jî şer didome sedema vê çi ye?
Êrîşên li hemberî Kobanê li ser bingehê konseptekê pêk hatine, ev êdî eşkere bû. Konseptekî AKP û DAIŞ’ê bi hevre heye. Berjewendiyên herdu aliyan jî di vir de hene. DAIŞ ji bo hesabên xwe yên li ser tevahî Suriyeyê û ketina Reqayê Kobanê ji xwe re kir hedef. Dema DAIŞ’ê Kobanê girt, wê di Sûriyeyê de xwe mezin bikira. Hesabên AKP’ê jî ew bûn ku Kobanê bikeve û bi vê yekê re projeyên xwe yên çêkirina herêmeke tampon pêşkêşî hêzên navneteweyî bike. Ger ku ev projey wan pêk bihata, hêvî dikirin ku hemû kantonên Rojavayê Kurdistanê vala derbikevin. Dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê federasyona li Başûrê Kurdistanê weke qezayekê ku ji bin kontrola wan derketî dinirxîne. Ji bo wê jî hewl dide ku li Rojava tiştekî wiha çênebe. Naxwaze ku li Rojava statuyekî wiha çênebe. Ji ber ku di hedefa AKP´ê de mafdayîna Kurdan nîne. Me jî, Serok Apo jî di serî de got ku mijara çareseriya pirsgirêka Bakur û Kobanê bi hev ve girêdayî ye. Samîmiyeta AKP’ê ya di çareseriya pirsigêka Kurd de li Kobanê eşkere bû.
Hevkariya AKP û DAIŞ´ê wê xetereyek çawa derîne holà?
Berdewamkirina înkara gelê Kurd, bêguman xeteriyekî mezin e. Serok Apo ji bo derbaskirina vê yekê pir rêbazan dimeşîne. Em dibêjin heya ku dewleta Tirkiyeyê dest ji vê siyaseta xwe ya înkarkirinê bernede wê ji bo Tirkiyeyê û gelên din çareseriyek çênebe. Lê niha siyaseta dewleta Tirkiyeyê li ser Rojhilata Navîn û Sûriyeyê têk çû. Hesabên xwe yên li Sûriyeyê şaş kirin. Hesabên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd ber bi şaştiyekî ve birin. Dewleta Tirk ew qas tijminatiya gelê Kurd dike ku heta li gel El Nusra, DAIŞ’ê jî ketiye nav hevkariyê. Em jî dibêjin divê êdî dewleta Tirk dest ji van hesab û înkarên xwe berde. Ger nebîne wê ew jî parçe bibin. Ger ew Kurdan înkarkir bikin emê jî wan înkar bikin. Tirsa Tirkiyeyê ew e ku Kurd di siyaseta Sûriyeyê de di rêza yekem de ne.
Kobanê moralek çawa da Kurdan?
Berxwedana li Kobanê ruhê neteweyî derxist holê. Divê em êdî bibin xwedî helwestekî yekgirtî. Berxwedana Kobanê hemû siyasetên Tirkiyeyê têk birin. Heya di 29’ê Mijarê de Tirkiyeyê di sînorê xwe de bi tevlîbûna leşkerên xwe yên taybet jî êrîşî Kobanê kir. Li wir leşkerên taybet ên Tirkiyeyê jî mirine. Lê eşkere nakin. Wisa hemû rîsk dan berçavan û gotin ku li wî alî amadekariyên YPG’ê nîn in û wê di wî alî de bikevin Kobanê. Em dibêjin êdî kes nikare pêşketinên gelê Kurd rawestîne. Em dibêjin werin dest ji van durûtiyên xwe berdin. Ji ber ku siyaseta AKP’ê ya cuda ji yên beriya wê li hemberî Kurdan ew e ku yên pêştir Kurd bi giştî înkar dikirin, lê AKP dixwaze hin Kurdan bide gel xwe û hinan jî înkar bike û wan tine bike. Weke tê zanîn li Zîlan, Dêrsim, Simko, Mahabat, Şêx Mehmûd Barzancî yên ku rabûn, ji ber bi tenê rabûn, bi ser neketin. Ji ber yekîtiyek navbera wan de nebû, bi ser neketin. Lê li Kobanê yekîtiyekî gelê Kurd da çêkirin.
Piştgiriya li berxwedana Kobanê çawa ye?
Weke me got berxwedana Kobanê, bi teybet piştî komkujiya li Şengalê ku vê carê dorpêça li Kobanê çêbû, di siyaset û helwesta gelê Kurd de pêşketin çêbû. Di heman demê de li hemberî çeteyên faşîst, li ser çepên Tirkiyeyê bandorekî da çêkirin. Li Kobanê ji çepên Tirkiyeyê gelek şahadet jî çêbûn. Milîtanekî kevin a çepên Tirk Sarya ku ez bixwe jî zûde nasdikim, li Kobanê şehîd bû. Îradeya însan a li Kobanê rûhekî nû da çêkirin. Bêguman çûna pêşmergeyan pêşketinekî başe. Ji ber berxwedana Kobanê ya hemû cihî ye. Çûna pêşmergeyan hinek aliyekî xwe yê siyasî jî heye. Pêwîstiya wê bi vebûna korîdorekî alîkariyê jî heye. Destpêkê ji bo ji aliyê Cizîrê de divê korîdor vebibe. Li wir YPG û TEVDEM bikarin alîkarî û piştgiriya Kobanê bikin, diviyabû bihata vekirin. Lê Tirkiyeyê ev qebûl nekir. Hikûmeta AKP’ê tenê bi derbasbûna van pêşmergeyan zexta vekirina korîdorê ya li ser xwe rakir.
Li ser wir embargoyek heye.
Gelo bingeha kongreya netewî çêbûye?
Rastî pêşketinên niha li Kurdistanê çêdibin, berxwedanên gerîla, YPG-YPJ û pêşmerge her ji Celewla heya Kobanê, pêşketinên pir giring in. Ji bo wê jî nîqaşên niha di vê mijarê de tên kirin. Dema ku DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir, min bixwe bang kir ku divê hêzekî hevbeş ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd bê çêkirin. Em weke tevger amade ne ku hêzekî ji bo berxwedan û parastina gelê Kurd çêkin. Ji bo wê jî divê em pirsgirêkên heya niha rûdayîn bidin aliyekê. Ji ber dem demekî zêrîn û giring e. Ger em yek bin wê Tirkiye û DAIŞ nikaribin wisa êrişî gelê Kurd bikin. Şert û mercên yekîtiya neteweyî çêbûye. Divê hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi teybet Kobanê divê berê xwe bidin Kobanê. Divê ji bakur û ciwanên rojava herin Kobanê û Şengalê rizgar bikin. Divê hemû ciwanên başûr, bakur, rojava û rojhilat bizanin ku ev dem dema rizgarkirina gelê Kurd e û xwedî li vê erka xwe derbikevin.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN