Tevî derfetên kêm û wêraniya ku çeteyan li herêmê çêkiriye jî ji bo sererastkirina toreya elektrîkê, xet û şebekeyan hin gavên ber bi çav hatin avêtin. Nexasim jî ji bo ku elektrîka bi rêk û pêk ji bedava Tişrînê bigihêje kantona Kobanê, şebekeya xeta elektrîkî hat kişandin û ji meha 6´an a sala 2014´an û vir ve ev yekem car e ku kuçe û kolanên Kobanê tên ronîkirin. Li gorî agahiyan xebatên sererastkirina sîstema hilberînê li Bendava Tişrînê jî hema hema bi dawî bûne.
Elektrîk digihêje hemû gundan
Bi kedkariyeke bê navber a karmend û karkeran û hewldanên mezin ên dezgehên têkildar ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Gerînendetiya Elekrîkê, doh mumkin bû elektrîk bigihîje navenda kantona Kobanê. Pêr bi şev li taxên rojavayê bajêr û gelek gundên li wî aliyî ku dikeve xeta bi sînorê Bakûr re hatin ronîkirin.
Di dema niha de wê ceyran ji saet 16.00’an heta saetên sibehê yên roja din were dayîn. Ji ber ku xebatkarên gerînendetiyê bi roj dê karê sererastkirina toreya bajêr dewam bikin, neçar dimînin ku bi roj ceyranê qut bikin da ku qeza û bela çênebe.
Xeta erdê bi dawî dibe
Yek ji rêveberên vî karî Fehed Mihemed e. Wî jî got, di nava hefteyekê de wê elektrîkê bigihînin tevahiya gundên rojava û başûrê kantonê.Mihemed diyar kir ku kabloyên ceyranê û alavên veguhezîna elektrîkê di qonaxa ceribandinê de ne. Fehed her wiha hişyar kir ku welatî xwe nêzî van alavan nekin da ku ev kar bi aramî bi dawî bibe.
Li ser mijarê em bi berpirsê birêveberina xebatên jinûvekişandina şebekeya elektrîkê ji bo Kobanê Emer Ehmed re peyivîn. Emer Ehmed îşaret pê kir ku dema bendava Tişrîn ket destê DAIŞ´ê elektrîk ji ser Kobanê qutkiribû û navendên belavkirina elektrîkê û trafotyên navendî bi xwe ji wan hatiye ku tamîr bikin. Emer Ehmed îşaret pê kir ku wan xeta sereke ya elektrîkê heta bi zor mixarê kişandiye ku 80 kîlometro ye.
Ehmed got, herçî kabloyên sereke yên nava bajêr (20 Watt) bi temamî xera bûbûn, û kablo, makîneyên taybet ên ji bo kişandina şebekê di erdê re ji wan re ji Heseke û Qamişloyê hatine û keşfa şebekeyê kirin. Herçî xeta ji bendavê heta bi Kobanê ye Emer Ehmed got ew bi xwe bi qeweta kantona Kobanê dikişînin.
Emer Ehmed da zanîn ku li tevahiya bajêr niha kar dikin û ji bo ku hem kesê hatî û hem kesê paşê bên şebekeya erdê dikişînin û ev xet ji sedî 80 temam bûye. Û şebekeya malan bi xwe hîna nehatiye kişandin û paşê ew ê were çêkirin. Emer Ehmed wekî din got, Rêveberiya Kantonên Rojava dide.
RODÎ EHMED