Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan Dr. Rabîe Ebas serkeftina Kobanê wekî vegerandina rûmeta Kurdan a li Şengalê şikestî bi nav kir û got; “Ev rûmet bi xwîna keç û xortên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê bi dest hat anîn. Ev jî nîşan dide ku sînor hatine şikandin.” 

Kobanê li Rojava, sala 2014’an rastî êrîşên dijwar ên çeteyên DAIŞ’ê hatibû. Belê piştî berxwedaneke bê hempa, Kobanê bi ser ket û ne ket destê çeteyên DAIŞ’ê, vê berxwedanê jî li tevahiya cihanê deng veda. Ji ber wê jî 1’ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.

Keç û xortên Kurd sînor hilanîn

Têkildarî mijarê Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Dr. Rabîe Ebas a ku sala 2015’ê çû serdana Rojavayê Kurdistanê, ji RojNewsê re wiha peyivî; “Ewa ku li Kobanê çêbû, serfirazî bû ji bo hemû Kurdan. Ji ber wê ji keç û xortên her çar parçeyên Kurdistanê  xwîna xwe  li ser Kobanê rijandine. Ji ber wê, hemû keç û xortên Kurd ew sînorên ku li ser xaka Kurdistanê hatibûn danîn, li Kobanê şikandin.”

Tirkiye li gel DAIŞ´ê bû

Dr. Rabîe Ebas îşaret bi wê yekê kir ku Kurdan nekarîbû Şengalê biparêzin, vê yekê rûmeta wan şikandibû û ev mijar wiha nirxand: “Rûmeta Kurdan li Şengalê şikiyabû, berxwedana Kobanê ew rûmet bi dest xist. Ew bûyera ku li Şengalê çêbûyî, birînek li nav dilê hemû Kurdan da çêkirin. Firotina keç û jinên Êzîdî li nav bajarên Mûsil û Reqayê, bi serketina Kobanê, ew rûmet ji nû ve û careke din hat bidestxistin. Di êrîşkirina ser Kobanê de DAIŞ ne bi tenê bû, hemû dijminên gelê Kurd bi taybetî jî Tirkiye di nav de bû. Wan dijminan raste rast êrîş nekir, bi piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser Kobanê.”

Kurd yekgirtî bin dijmin bi ser nakeve

Rabîa Ebas îşaret bi girîngiya helwêsta yekgirtî û berxwedana gelê Kurd kir ji bo bi destxistina serketineke fermî de û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Eger gelê Kurd li her cihekî bi hev re berxwedanê bike, wê demê dê bi fermî serketinê bi dest bîne. Ji ber wê hêzê ye ku dijminên gelê Kurd bi hemû hêza xwe êrîş birin ser Kobanê, lê nekarîn Kobanê dagir bikin. Ji ber wê jî pêwîst e berxwedana Kobanê bibe dersek ji bo nesl û nifşê bê. Bila bê gotin, da ku bizanin li her cihê ku Kurd hevgirtî bûn, dijmin nikarin serketinan bi dest bixe.”

Di dawiyê de jî Dr. Rabîe Ebas qala serdana  xwe ya  Rojavayê Kurdistanê jî kir û got; “Em par wekî şandekê çûn serdana Rojavayê Kurdistanê, ewa ku bala me kişandî bi hev re jiyan û karkirina gelan ya li Rojava bû. Li wê derê rêveberiyek û xwe parastinek heye ku hemû pêkhateyan li xwe digre û dihewîne.”


ERHEM LETÎF / ROJNEWS / GERMIYAN