Berxwedana Kobanê ya ku hemû cîhan matmayi hîştiye, encamên mezin didin. Dengvedanek navnetewî di astên fermî û nefermî de çêkiriye. Kobanê bûye sembola berxwedana gelekî li hemberî wehşetê û tarîtiyê. Sembola berxwedana hêzên azadî, bihevrejiyan û demokrasiyê li himberî kuştin û berberiyê. Ji ber hindê cîhan bi serê vê berxwedanê sond dixwe û deqe bi deqe pêşveçûnên li vî bajarê rojavayî yê biçûk dişopîne. Di van rojên derbasbûyî de çend pêşveçûnên girîng derbarê berxwedana Kobanê de diyar bûn: DYA bi fermî diyar kir ku wê li gel PYD hevdîtinên li ser astek bilind çêkiriye û di warê eskerî de bi hêzên YPG´ê re li dijî DAIŞ´ê dê hevkar be.
Serokê Fransayê diyar kir ku ewê ji bo berxwedana li dijî DAIŞ êdî YPG ji xwe re esas bigrin û çekan ji bo vê hêza berxwedêr bihênêrin.
Serokê koma partiya li Elmaniya desthilatdar CDU eşkere diyar kir ku divê ew PKK di şerê li dijî terora cîhanî de muxateb bigrin. Serokwezîrê Iraqê sipasiya PKK kir û diyar kir ku tiştê vê partiyê ji bo xelaskirina bi dehhezaran welatiyên Iraqê kiriye, rêxistinên navnetewî yên mezin, nikarûbûn bikrana.
Parlemena herêma Başûrê Kurdistanê bi fermî Xweseriya Demokratîk û Kantonên Rojava nas kir. Ev ji bilî xwepêşandanên gelêrî yên ku li tevahiya cîhanê ji bo destekdayina YPG û YPJ hatin lidarxistin. Wêneyên Arîn Mîrkan û navê Kobanê li her deverê bilind bû, ji Afganistanê bigere heta Arjantînê.
Li dijî terora DAIŞ êdî gelê Kurd hêza sereke ye. Hêza hevkar ya eskerî û gelêrî ya sereke ye. Niha hevkariya navnetewî ya li dijî terorê ku ji 55 welatan pêk tê, hewcedarî hêzên YPG û YPJ ye. Ev rastî her roj diyar dibe. Hêzên hevkariya navnetewî dibêjin: Em bi êrîşên hewayî tenê nikarin pişta DAIŞ bidin erdê. Hewcedariya me bi hêzên bejahî yên berxwedêr hene. Ev hêz jî dikarin hêzên YPG û YPJ ê bin, yên ku niha bi milyonan mirov li heremê diparêzin. Hemû kesî diparêzin, çi Kurd çi Ereb, çi msiliman çi xirstiyan, çi êzîdî, çi Şîa çi sunî çi Elewî.
Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê ev 30 sal serkêşiya xeta azadî û biratiya gelan li herêma rojhilata navîn dike. Lê ji ber hevkariya welatên Ewropa û DYA yê bi dewleta Tirk re, tim ev tevger û gelê Kurd dihatin çewisandin û tekoşîna wan berovajî dihat diyarkirin. Zulim û zordarî li vê tevgerê û li gelê Kurd dihate kirin. Ji bo razîkirina hevkara xwe Tirkiyê, bi neheqî navê vê tevgerê avêtin “lîsteya terorê”. Dema dewleta Tirk bi hezaran gundên Kurdan dişewitand, bi milyonan Kurd koçber dikir, bi dehhezaran welatparêz dikuşt, evan welatên Ewropa û DYA çavên xwe digirtin.
Lê giha di bin kevir de namîne. Niha rastî diyar bûn. Hevkariya Ewropa û DYA yê, dewleta Tirk êdî bûye alîkerê DAIŞ û şirîkê rijandina ewqas xwînê. PKK jî bûye hêza sereke ya li dijî DAIŞê û erka parastina mirvayetiyê li tevahiya heremê girtiye ser milê xwe. Li dijî siyaseta dewleta Tirk ya qirkirina gelan êdî her kes serê xwe hildide. Li tevahiya cîhanê nav û dengê Tirkiyê ketiye bin piyan. Beriya çend rojan hemû dewlet li dijî endametiya dewleta Tirk a Meclisa Ewlekariyê derketin.
Divê welatên Ewropa û DYA lêborîna xwe ji PKK û gelê Kurd bixwazin. Ew 30 salin ew bûn hevkarên siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî Kurdan. Çavên xwe girtin dema ku Tirkiyê Kurd dikuştin û welatê wan wêran dikir.
Keda Serok APO û rêhevalên wî îro li ser astek navnetewî encam da. Hemû cîhan dizane ku evê kedê bi sedhezar mirov ji mirinê xelas kir û îro roj bi navê mirovatiyê şerê tarî û wehşiyetê dike. Hemû cîhan bi navê şagirtên Egîd û Mezlûm bang dikin. Ev yek divîyabû beriya 30 salî bibûya, lê dîsa her xwedî mafek gihîşt mafê xwe.
Îro roj rêbaza Tevgera Azadiya Kurdistanê û Serok APO bûye xeta parastina mirovatiyê li dijî wehşiyet û tariyê. Xeta dewleta Tirk ya şoven jî bûye xeta qirkirin û têkbirina mirovayetiyê bi destê hovên DAIS´ê. Gelê Kurd bi saya vê tekoşînê îro serkêşiya têkoşîna mirovayetiyê û şaristaniyê li dijî barbariyê dike. Di dawî de ev rastî hatin naskirin. Encama ewqas xwîn û xwîdan diyar bû….