Karayilan diyar kir ku li pergala li Rojhilata Navîn hatiye çêkirin, bêyî gelên herêmê hatiye çêkirin û destnîşan kir ku gelên Kurd, Asurî, Suryanî û Ermenî di nava vê pergalê de nehatine bicih kirin, hatine înkarkirin‫.‬

Karayilan da xuyakirin ku gelê ku ev 90 sal in li hemberî vê sîstemê di her firsendê de têkoşiyaye û anî ziman ku gelê Ereb jî niha li dijî vê sîstemê serî rakiriye‫.‬Karayilan bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û mûxalefeta heyî bi vî rengî nirxand: "Tevî ku mûxalefeta Sûriyeyê vê gavê lawaz, belawela û bê hêz e jî, mafê gelê Kurd qebûl nake. Gelo sibê ev mûxalefet bibe desthilatdar wê çawa Kurdan qebûl bike? Kurd beriya niha di vê rê de derbas bûne. Bila kes nefikire ku karibe Kurdan bixapîne. Ataturk jî demekê di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku Kurd wê li Tirkiyeyê xweser bin, lê belê piştî ku bi xwe bi ser ket, dest bi înkarê kir.‫ "‬

'Divê destkeftî werin parastin'

Karayilan da xuyakirin ku ew serhildanên gelan girîng dibînin û diyar kir ku di rewşa heyî de hêzên modernîteya kapîtalîst bi destwerdana ji derve re hewl dide van serhildanên gelan ji bo berjewendiya xwe bikar bînin‫.‬
Karayilan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku her çend li Rojavayê Kurdistanê pêşketinên girîng ên şoreşê derketine holê jî, pêwîste hîn bêtir ev nirxên hatine afirandin bên parastin‫.‬
Karayilan bibîr xist ku ji Rojavayê Kurdistanê gelek lehengên mîna Şîlan, Rustem û Sadiq derketine û da zanîn ku di roja îro de jî şopdarên wan li Kobanê li ber xwe didin, keç û xortên Rojavayê Kurdistanê bi berxwedaniya destanî, nirxên pîroz ava dikin‫.‬
Karayilan bal kişand ser berxwedana Sadiq Kobanî yê di 21'ê Adara sala 2011'an de di şerekî mezin ê li Çiyayê Cûdî de li dijî tank, top û çekên giran berxwedaneke mezin nîşan da û li gel çar hevalên xwe jiyana xwe ji dest da û got, "Îro jî ez bawerim ku wê bi berxwedaniyeke mezin lehengên Kobanê li berxwe bide û nirxên xwe biparêzin."‬



LALÎXAN MIHEMED/ANHA/BEHDÎNAN