Li ser civînê û li ser meseleya ji nû ve avakirina bajar û navçeyên Bakur, Başûr ûş Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya me re peyivî. Uca îşaret bi parçebûna dîrokî a Kurdistanê kir û got, bi Rojava û nexasim bi Kobanê re yekem car e ku Kurdan yekîtya xwe di asta netewe de ava kir û weha peyivî: "Îradeya dayikên Kobanê ku di çeperan de şer kirin, îradeya ciwanên li Kobanê birîndar bûyî û bi birîndarî di çeperan de şerê dijminê mirovahiyê kir, tesîra xwe li kurdistanê hemûyî kir. Divê ev îrade li cem kardarên Kurd jî manedar bibe, ew dikarin ji bo siberojê bibin bersivek. Xebata fînansmanê gelekî girîng e, li aliyê din karê lobiyê jî wisa ye.
‘Li berxwe bidin, xurt bibin’
Li ser rewşa bakurê Kurdistanê Uca got, êrîşên dewletê gelekî hovane ne û gelek bajar û navçeyên Kurdistanê hatine kavilkirin û bi qerfekê peyamek da: "Em çawa li Kurdistanê li ber xwe didin, hûn jî werin rojekê dûçarî êrîş û bombeyên gazê yên dewleta Tirk bibin, hingê hûn ê xurttir bibin".
Uca di biwara jinûveavakirina Kobanê de jî got, pirsgirêka sereke girtina sînoran e û ne bi tenê li Tirkiyê, li Başûrê Kurdistanê jî asêkirina deriyê sînor ê Sêmalka pirsgirêkeke mezin e. Uca ji bo alîkariya YKKE´yê jî got, tevî ku parçeyekî, birîneke piçûk e jî ku jê re dibin derman, gelekî manedar e.
‘Divê em biçin Şengalê jî’
Li ser pirsa ka gelo projeyên wan ji bo jinûve avakirina Şengalê jî hene, Uca got, "ji bo jinûveavakirinê divê mirov rewşê bibîne. Beriya niha heyeta YKKE´yê çû Kobanê dît, lê min bi xwe xwest biçim Şengalê, lê destûr nayê dayîn. Divê mirov pêşî bibîne ka i divê, ka rewş çi ye. Niha weke KJA û HDP´ê me heyetek pêk aniye û ev heyet wê piştî serê salê biçe Şengalê.
‘Dewleta Tirk hevkara DAIŞ´ê ye’
Parlemanter Uca wekî îşaret bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ´ê kir, firotina jinên Êzîdî li Endatbê bi bîr xist û got, ew bi hesasiyet li ser mijarê disekine û jixwe ji ber vê doz li dewleta Tirk vekiriye. Li ser pirsa derbarê helwêsta dewleta Tirk beramber Êzîdiyan jî Uca got, "halê hazir li Edenê gelek malbatên Êzîdî bi malbatî hatine binçavkirin. Xizmên wan telefonê didin min ji bo alîkariyê. Dewleta Tirk dixwaze bi vî rengî penaberan bêyî daxwaza wan dersînor bike û bişîne Iraqê.
LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT