Li gorî wî Kobanê êdî semboleke neteweyî ya ku hemû parçeyên Kurdistanê kiriye yek e û li cîhanê jî metagoreke xwedî gelekî wateyane. Prof. Valî da zanîn ku gelek rûyên cuda yên berxwedana li Kobanê hene û ya herî girîng jî bêguman ji bo Kurdan e. Valî got, "Hemû parçeyên Kurdistanê, bi bakur, başûr, rojhilat û rojava hemû Kurd li dijî dagirkirina Kobanê ji aliyê hêzekî din ve bûne yek. Kobanê semboleke dîrokî ye ku wê yekîtiya neteweyî ya Kurdan xurtir bike. Kobanê êdî bajarekî biçûk ê Rojavayê Kurdistanê nîne, li tevahiya Rojava û Kurdistanê belav bûye. Kobanê nîşaneyeke neteweyî ya Kurdistanê ye. Kobanê di heman demê de rûyê berxwedanê yê Kurdan e."

´Nexşeriyek siyasî pêwîste´

Prof. Valî da xuyakirin ku dema ji aliyê giştî ve lê were temaşekirin wê bê dîtin ku Kobanê metaforeke sînorên Kurdistanê derbas kiriye û destnîşan kir ku Kobanê êdî metaforeke ku sînorên Kurdistanê derbas kiriye û li dijî zilm, zalim û dagirkeriyê berxwedanê vedibêje. Prof. Valî got, "Dema mirov li kesên destekê didin berxwedana Kobanê temaşe dikin, dibînin ku her kesên alîgirên azadiyê di nav de hene; Xiristiyan jî, Yahûdî jî, Misilman jî li vê eniyê ne. Her wiha Tirk, Ereb, Fars û gelên din ên herêmê û cîhanê di nav de heye." Prof. Abbas Velî ragihand ku her çend Kobanê ji aliyê aborî û civakî ve zêde bi pêş neketibe jî, berxwedana Kobaniyan asta civaka Kurd a gihaştiyê nîşan dide û wiha axivî: "Berxwedana Kobanê bêguman bandor li navendên biryardayînê yên li qada navneteweyî û hêzên siyaseta cîhanê diyar dikin, kir.

´Kurd jî diguhertin´

Abbas Valî bibîrxist ku ev navendên ku DYA û Yekîtiya Ewropa jê re pêşengiyê dikin, bêguman ji aliyê exlaqî ve nikarîbûn li pêşberî Kobanê bêdeng bûna. Velî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibe ku siyasetên Kurd jî hatibin guhertin. Lê belê divê em bala xe bidin vê yekê; Dibe ku vê berxwedêriya Kurdan ji bo xwe jî bikar bînin. Lewma ji bilî eniya şer, divê nexşeyeke me ya rê ya siyasî jî hebe. Yanî divê leşkerên li qada şer em, yên xwediyê destketiyan jî ew nebin. Prof. Abbas Velî bal kişand ser nêzîkatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li Kobanê û girîngiya stratejîk a Stalîngradê di 2. Şerê Cîhanê de bibîr xist. Valî got, "Stalîngrad bajarekî wêran bûbû. Lê belê li wir şerekî mal bi mal, kolan bi kolan, hebû. Dibe ku Erdogan jiyana sûltanên Tirkan baş zanibe, lê belê diyare ku dîroka nûjen nizane. Belê bila Erdogan pirtûkên dîrokê veke û Stalîngradê bixwîne. Yan jî berxwedana Dien Bien Phu ya Vîetnamê. Fransa ji aliyê leşkerî ve serdest bû, lê têk çû. Di berxwedana Dien Bien Phu de Fransiyan dîtin ku Vîetnamî çawa şer dikin."


PERWER YAŞ/BERLÎN