Li Kantona Kobanê gel bi pirranî bi çandiniyê debara xwe dike, loma jî ked û karkerî gelekî li pêş e. Karkerên ku di dema rejîma Baasê de ji hemû mafên xwe bêpar hatibûn hiştin, bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re, êdî bûne xwedî mafên qanûnî. Rêveberiya xweser ji bo peydakirina kar derfetan ava dike û şertên hêsan diafirîne. Bi rasthatina 1’ê Gulanê jî piştî rizgarkirina herêmê, 3 hezar û 450 karker bûne xwedî kar.

Cîgirê Serokê Desteya Karûbarên Civakî ê Kantona Kobanê Şervan Muslim dibêje, “Piştî wêrankirina Kobanê, Desteya Karûbarên Civakî di destpêka xebata xwe de nivîsgeha karkirinê da xebitandin. Her kesê ku dixwest bixebite berê xwe da vê nivîsgehê û navê xwe qeyd dikir. Bi riya vê nivîsgehê pirraniya kesên karmend û karker di saziyên Rêveberiya Xweser û jinûva avakirina Kobanê de cihê xwe girtin. Di vê navberê de zêdetirî 3 hezar û 450 kesan navê xwe li vê nivîsgehê tomar kirin û bûn xwedî kar.”

Li ser mijara bikaranîna zarokan di kar de jî Muslim dibêje, “ji bo vê meseleyê komîteyên taybet hatine avakirin û di nava komîteyan de jin jî cihê xwe digirin. Ev komîte serdana malbatên ku zarokên xwe didin xebitandin dike û ji bo ku zarokan nedin şixulandin, alîkariyê bi wan re dike.”


XEBAT ÊTO / KENDAN CUDÎ/ANHA / KOBANÊ