Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine.
Komîteyên Parastina Gel ên ji aliyê gelê Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avakirin, li Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên dewleta Sûriyeyê. Serokê PYD’ê Salih Mislim vê nûçeyê piştrast kir.
Hat ragihandin ku di dema gel dest danî ser rêveberiya bajarê Kobaniyê, tu bûyerên tundiyê neqewimiye. Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand ku saziyên dewletê yên li Kobaniyê bi temamî ketine destê Komîteyên Parastina Gel. Rêberê PYD’ê, diyar kir ku li hin deverên Efrînê jî bûyerên wiha diqewimin û wiha got: “Gel xwe bi xwe bi rê ve dibe.”
Mislim destnîşan kir ku ji bo desthilatiya li Sûriyeyê bi dest bixin, şer tê kirin û wiha got: “Li Şamê teqîn çêdibin, pevçûn dijwar dibin. Gel dixwaze li vê derê rêveberiyê bixe destê xwe şerê di navbera rejîmê û Artêşa Azad a Sûriyeyê de yê li Kurdistanê asteng bike.” Mislim ragihand ku divê Kurd li her deverên Kurdistanê û Sûriyeyê dijîn, divê xwe biparêzin.
Mislim ragihand ku li herêmê tu hêzên leşkerî tune ne û Komîteyên Parastina Gel jî bi hêzên emniyetê re neketine nava pevçûnan û wiha got; “Li cihên ku gel dixin destê xwe, ji saziyan re dibêjin ‘hûn mêvanê me ne, ger hûn bixwazin, li vir bimînin em ê we biparêzin, lê em êdî vir bi rê ve bibin.”
Mislim diyar kir ku heta niha li duyemîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ku hejmareke zêde ya Kurdan lê dijîn, tu pevçûnek neqewimiye. Mislim got ku Artêşa Azad a Sûriyeyê neketiye herêmên ku Kurd lê dijîn û destnîşan kir ku dibe pevçûn bigihin Helebê jî.
Hate zanîn ku dibe Kurd li herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê rêveberiyê bi dest bixin. Kurd ji adara 2011’an ve dixwazin pêkhateyeke demokratîk ji xwe re ava bikin û heta niha ji bo vê yekê çalakiyên aştiyane li dar dixin. Kurdan li vir dibistanên bi zimanê zikmakî vekir, meclisên gel û Komîteyên Parastina Gel ava kirin. Nêzî 3 milyon Kurd li Rojavayê Kurdistanê dijîn û ji sedî 15’yê şêniya Sûriyeyê pêk tîne. Li hemberî hemû komplo û êrîşên dewletên mêtînger û bi taybet jî TIrkiyeyê, Kurdên li Sûriyeyê, di bin banê konseyekê de kom bûn û yekitiya xwe ava kirin.


MAXIME AZADÎ / ANF/KOBANÎ