Ev dirûşme bi afganî, yan jî bi zimanê darî ye. Tê wateya „Kobanî ne tenê ye!“ Li Afganîstanê di rêberiya Partiya Piştgirîyê ya Afganîstanê de li heft bajaran meşên ji bo piştgiriya Kobanî hate organîze kirin. Wê olana şoreşa Kobanî li welatekî wek Afganîstanê bûye hêvî.
Li Afganîstanê Talîban, li Îranê Ayetûllahî, wek encama paşverûtiya Rojhilata Navîn dîtatoriyayên Saddam, Esad û Erdoganê AKPeyî bakteriyên jiyan têkbirinê Daîş hate afirandin. Ew bi fermana fermandêrên xwe bi wehşeteke ji mejiyê mirovan der êriş dikin.
Di kesayetiya berxwedana Kobanî de Leheng û ferişteyên Kurdistanê ev hêza wek kaboseke reşêtenî ketibû pêsîra gelên Rojhilata Navîn bi vîna xweya pola ya berxwedanê şikand. Lema Kobanî hê ji diyardeyên Mezopotamyayê bêtir deng veda û bû şiyara hemû bindestan. Ev olana wê ya li Afganistanê jî li ser vê hêviya azadiyê ye. Ya duyam: Li Rojhilata Navîn bi taybet jî li welatên îslamê yên herî zêde mexdûr û perîşan bûne, tu mafên wanên mirovî tune, li bazaran mîna koleyên seksê tên firotin, birçî, tazî, koleyên demê yên li ber şêmuga fetisandinê ne jin in. Divê ev bê zanîn bê azadiya jinê tu azadî bi destnakeve.
Li Afganîstanê jî jin hê di rewşake xirabtir û xeternak de ye. Hetanê di vî warî de geveke erênî neyê avêtin, dê azadiya Afganan jî tu carî bi dest nekeve.
Şoreş û berxwedana Kobanî berê hertiştî serhildan û xwedî li mafê xwe derketina jinê ye. Sembola berxwedana Kobanî di kesayetiya ARÎNan de jin e. Bêguman ev di heman demê de serbilindiya şoreşa Kurdistanê ye. Ve berxwedanê hetanî radeyeke ev paşverûtiya li Rojhilata Navîn ku jinê wek kole dibîne jî şikandiye. Bi cihanê daye nasîn ku azadiya mirovahiyê bi azadiya jinê ve girêdayîye. Li aliyekê jî olana şoreşa Kobanî ev aliyê wê yê pîroz e.
Li Afganîsatanê jî herî zêde wêneyên gerîlayên jinên ku li Kobanî di nava tekoşînê de ne, bi destên jinên ku di bin hêrama şîn ya nav BURKA de wek ala berxwedanê hatiye bilind kirin. Ev li Afganîstanê nîşaneyeke nû ye. Rasterast wek serîhildaneke li dij paşverutiya Talîbanan e ku Talîban formeke Daîşê, yan jî Daîş bi xwe formeke wan e. Kobanî ala anor û rûmeta kurdistaniyan û berxwedana wan li cihanê derxist lûtkeye herî berz, Bijî her bijî berxwedana Kobanî, azadiya tevahiya mirovahiyê!