Li bajarê Kobanê li ser sînorê di navbera bajarê Kobanê û Bakurê Kurdistanê de konê piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiya rojiya mirinê hate vedan.

Çalakî bi pêşengiya Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Ciwanên Sûriyê pêk tê. Di kon de pankartên “Bi pêşengiya Leylayan em ê tekoşînê xurt bikin”,  “Bi serok Apo re azad bijîn, greva birçîbûnê dijminê mirovahiyê ditirsîne” û wêneyên çalagerên greva birçîbûnê, rojiya mirinê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê ji pêkhateyên Kurd û Ereb tevlî çalakiyê bûn. Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê, di bin konê çalakiyê de wê semîner, şano û gelek çalakî werin kirin.

Komîteya amadekar li ser armanca çalakiyê daxuyaniyek da. Endama koordînasyona Kongreya Star Felek Yûsif daxuyanî xwend û got, “Em wek dayikên Kobanê bi çalakiya konvedanê piştgiriya hevalên greva birçîbûnê û dayikên wan dikin.”

 

ANHA/KOBANÊ