Bi hezaran koçberên Iraqê ji beriya 3 heftene ve li deriyê sînorê Recim Selîbî yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de. Koçber derbasî aliyê Rojava bûne, lê ji ber ku kon nînin di nava şert û mercên dijwar de li bejahiyê dimînin.

Zaroka bi navê Welai Ehmed yek ji zarokên koçberên bajarê Mûsilê ne, berî 2 rojan ji ber nexweşiya Zerikê jiyana xwe ji dest da. Di nava koçberan de bi sedan zarokên ku zehmetiyan jiyan dikin hene. Zehmetî ji ber tunebûna pêdiviyên tenduristiyê gelekî zor dibe, koçber û bi taybet zarok bi mirinê re rû birû ne.

Jiyana  dijwar a koçberên Iraqê ji destpêka ketina wan a deriyê sînor ve diyar bû, reşbûna rûyê wan û nîşana nexweşiyên wek Laşmaniya, nexweşiya sermê, îltîhab, xurî û hin nexweşiyên din li ser laşên wan diyar bûn. Di nava vê rewşa zehmet û dijwar de pêdiviyên tenduristiyê ji bo dermankirina koçberan peyda nabin. Koçber bê navber di nava bangên alîkariyê de ne, lê tu saziyên mirovî heta niha xwedî li banga koçberan derneketiye. Heger bêdengiya saziyên mirovî dom kir, dê felaketeke mirovî derkeve.

Nexweşiyên vegirtî wê belav bibin

Piştî ku zaroka 6 mehî Welai Ehmed ji ber nexweşiya Zerikê (Hepatît) jiyana xwe ji dest da, banga şêniyan ji Rêxistinên Mirovahiyê û Alîkariyan re ji bo pêşkêş kirina alîkariyan zêde bû û zêdetir tirs ket nav koçberan, bi taybet jî bi hatina demsala zivistanê û baran û bayê sar re.

Xebatkarên Heyva Sor a Kurd ku bênavber alîkariyan ji koçberan re pêşkêş dikin ji nûçegihanên ANHA`ê re diyar kirin ku ew li gor derfetên heyî alîkariya koçberan dikin,lê kêmbûna derman a di encama ambargoya li ser Rojava de rewş dijwar kiriye.

Xebatkarên Heyva Sor her wiha gotin ku  zartok li bejahiyê rewşeke dijwar jiyan dikin di saetên şevê de zehmetiya jiyanê mestir dibe û ev tişt anîn ziman: “Piraniya nexweşan di şevê de tên navendê, em wek çareseriyên sereke wan derman dikin, hebên êşekê û derziyan lê didin, lê ev tişt bi taybet ji zarokên ku nexweşiya wan giranin re têrê nake.”  



ANHA / HESEKÊ