Koçberên herêmên Şehba ji ber şer ji 25’ê meha bihurî ve di navbera çeteyên DAIŞ’ê û ENKS jî di nav de çeteyên Koalisyona Sûriyê de, berê xwe dan Kantona Efrînê. Herî dawî pêr hezar û 654 koçberên din, ên ji Mare û Ezazê gihiştin xaka Efrînê. Bi vê yekê hejmara koçberên ku ji 25’ê Gulana ve gihiştine Efrînê dibe 12 hezar 624.
Hesabên li ser herêma Şehbayê
Ji ber girîngiya wê di hesabên siyasî de, herêma Şehbayê her bûye meydaneke bazara kom û hêzên ku dixwazin berjewendiyên xwe li Sûriyeyê biparêzin. Herêm niha weke mifteya aloziya Sûriyeyê tê hesibandin.
Piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bajarokê Til Rifet ji çeteyên El-Nusra rizgar kir, di 11’ê Adarê de li herêmê belgeyeke ku, tê de çeteyên Ehrar El-Şam ji çeteyên Cebhet El-Nusra dixwazin ku rê bidin kesên bi navê “Pêşmergeyên Rojava” ku di ser Tirkiyeyê re derbasî herêmên El-Şehbayê bibin, hat dîtin.
Di vê belgeyê de, hevkariya di navbera çeteyên îro sivîlên Şêx Meqsûdê qetil dikin û êrişî Efrînê dikin û koma ku navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ li xwe kiriye bi zelalî hat dîtin.
Di heman belgeyê de, dihat gotin, ev kom dê bi navê “Pêşmergeyên Rojava” tev negere, ango ji xwe re qalikekî din diyar bike. Her weha armanca sereke ya derbaskirina vê komê ew e ku, li hemberî YPG´ê şer bike.
Lîstikên Barzanî û PDK’ê
Ji îlankirina tugaya bi navê Şoreşgerên Kurd ku ew jî bi armanca şerê li hemberî YPG’ê hatiye avakirin û daxuyaniya serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, ya weke, pêwîst e Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojava, diyar e ku pîlanên li hemberî herêmê ku bi hevkariya çeteyan pêk dihatin, êdî derbasî qonaxa meriyetê bûne.
Car din balkêş e, îlankirina vê tugayê bi daxuyaniya Serokê Koalîsyona Sûriyeyê Enes El-Ebde ku pêr li Hewlêrê dabû re, hemwext pêk hat.
Enes El-Ebde, di daxuyaniya pêr de daxwaz kir ku Pêşmergeyên Rojava tevî hêza ku dê derbasî Ezazê bibe, derbas bibe.
Şêniyên Şehbayê bûn bazara çeteyan
Hesab û planên ku li ser herêma Şehbayê dihatin rêsandin, bûn bela serê sivîlên herêmê. Bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest da yan jî birîndar bûn. Di encama van planan de ji 25’ê Gulanê û vir ve 12 hezar û 624 kes ji herêmê koçber bûn.
Niha, hêviya gel û rûsipiyên herêmê tenê ew e ku QSD’ê were bi hawara wan ve û wan ji çeteyan rizgar bike. Lewma gelek caran bang li fermandariya QSD’ê kirin ku wan ji çeteyan xelas bikin.
Li ser van bangan berdevkê fermî yê QSD’ê Telal Silo pêr ji ANHA’ê re ragihandibû ku hêzên wan amade ne herin bi hawara gelê Şehbayê ve û da zanîn ku ji bo parastina gelê herêma Şehba ew êdî kêliyekê jî ranawestin.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Deriyê me ji koçberan re vekirî ye’
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, îdîaya Neteweyên Yekbûyî ku di rapora xwe de dibêje ’Kantona Efrînê destûr nade ku koçber derbasî Kantonê bibin' de axivî û got ji rastiyê dûr e û bang li NY’yê kir ku werin Efrînê û rastiyê bibînin.
Osman Îsa, derbarê raporeke ku NY´yê li ser koçberan weşandî de, axivî û diyar kir ku Kantona Efrînê rojane bi hezaran koçberên ku ji herêmên Şehbayê yên ji ber şerê di navbera çeteyan Îtîlafa Sûriyê û yên DAIŞꞌê de, koçber dibin pêşwazî dike.
‘Werin bi çavên xwe bibînin’
Osman Şêx Îsa li hemberî îdîaya ku Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de derbarê koçberên ji herêmên bakurê Helebê de kiriye jî, ev helwest nîşan da: "Ev rapor ji bo hin aliyên ku dixwazin Kurdan nebaş nîşan bidin, delîlê herî ber bi çav e.”
Osman Şêx Îsa got, deriyên Kantonê her dem li pêşiya koçberan vekirî ye û rayedarên Kantonê bi hemû derfetên xwe alîkariya wan dikin.
Osman Şêx Îsa bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistinên Hiqûqî û hemû Dezgehên çapemeniyê kir ku werin Kantona Efrînê û rastiyê bi çavên xwe bibînin.
EFRÎN