Xwendekarên asta amadeyî di wargehan de bê xwendin mane, her wiha 2 hezar xwendekarên asta seretayî û navîn li benda qebûlkirina wan di dibistanên wargeha Domîz de ne, tevî ku sala xwendinê ber bi dawiyê ve diçe û heta niha destûr nestandine. Di wargeha Domîz ya girêdayî parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê de 3 dibistan hene û bêtirî 4 hezar şagirt ji astên seretayî û navîn ji xwendekarên Rojavayê Kurdistanê têde bi cih bûne. Reveberiya Perwerdeya Duhokê çavdêriya xwe lê dike û alîkariyên madî jî ji rêxistinên mirovahî werdigirin.

Bi vê hejmara mezin a xwendekarên Rojava, welatiyên koçber vekirina dibistana amadeyî ji Rêveberiya Perwerdeyê xwestin. Lê tevî ku bêtirî 2 meh ji demsala xwendinê derbas bûne, hîn jî ev dibistan nehatine vekirin. Xwedekarên rêza 9’emîn ku di sala borî de xwendina xwe ya sata navîn bi dawî kirin, bi hêviya ku Rêveberiya Perwerdeyê dibistana amadeyî veke, bê xwendin in.
Derbarê mijara dibistan û xwendekarên koçber ên Rojavayê Kurdistanê, mamosteyekî ji dibistanên wargeha Domîz Ciwan Qasim ji ANHA’yê re axivî  û wiha got: “Em di wargeha Domîz de asta seretayî û navîn perwerde dikin û ti dibistanên asta amadeyî di wargehê de tune ne.”
Qasim diyar kir ku armanca wan ji van dibistanan ew e ku zarok û xwendekarên Rojavayê Kurdistanê salên xwendina xwe winda nekin û li kolanan nemînin.
Derbarê mijara vekirina dibistanên wargehê Qasim wiha anî ziman: “Şêwazê ku komîteya qebûlkirina şagirtan di dibistanên wargehê de dimeşand gelek xwendekar zulimandin û şêwazê Komîteyê nêzî xapandinê bû bi taybet ji bo kesên nikarîn bawernameyên xwe bînin. Komîteyê ji bo qebûlkirina şagirtan şertên girêdayî temenê wan û çêkirina ezmûnan danîn.”
Li aliyekî din bêtirî 2 hezar xwendekaran ji astên seretayî û amadeyî daxwaza qeydkirina di dibistanên wargehê de pêşkêş kirin, lê tevî ku bêtirî 2 meh ji demsala xwendinê derbas bûn jî nehatina qebûlkirin. Sedema vê yekê jî ji ber ku hersê dibistanên di wargehê de têra şagirtan nakin. Xwendekarên koçber ji bajarên Başûrê Kurdistanê ji bo berdewam kirina xwendina xwe ber xwe didin wargeha Domîz ku bi bernameyên zimanê erebî yên li Başûrê Kurdistanê têne perwerdekirin tên dayîn. Derbarê sedema vegera xwendekaran ji bajaran a wargeha Domîz tevî ku dibistanên bi zimanê erebî li van bajaran jî hene mamoste Ciwan Qasim wiha destnîşan kir: “Ji şertên Rêveberiya Perwerdeyê divê şagirt nasmameya Iraqî pêre hebe û şertê din jî ji ber ku bernameya dibistanên bajarên Başûrê Kurdistanê bi zareveya Soranî ye.” Qasim diyar kir ku tevî van tiştan jî hin xwendekar di van dibistanan de hatin qeydkirin.
Gelek xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên zanîngehan ji bo xwendina xwe berdewam bikin û ji ber rewşa ewlekariyê li zanîngehên Sûriyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûn. Lê ji ber ku piraniya xwendekaran nikarîn belgeyên xwe yên zanîngehê temam bikirina bi hinceta vê yekê li zanîngehên Başûrê Kurdistanê nehatin qebûlkirin. 

DUHOK