ERGÎN ÇAGLAR / MA / MÊRSÎN

Min li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrdînê wêneyê zarokên karker ên koçber girtin. Bi wan destên xwe yên biçûk, textên ji qama wan mezintir tevî hosteyên xwe bi xîzarê jêdikirin. Di dema bêhnvedanê de li ber kargehê xwe dirêj dikirin û li ezmanan dinihêrîn. Kelkî li nav ewran xeyal ji xwe re dikirin.

Li Mêrsînê 4 hunermend dê pêşangeha bi navê “Koçberî û Eraf” vekin ku zor û zehmtiyên koçber û penaber bi wan re rû bi rû dimînin, vedibêje.

Li Mêrsînê, 4 hunermend hatin cem hev û xebatek dan destpêkirin der barê koçberiya bi darê zorê. Hunermend wê pêşangeheke wêneyan li dar bixin bi navê “Koçberî û Eraf” ku behsa koçberan dike yîn ku ji ber şer, sedemên siyasî û aborî koçber bûne. Pêşangeh wê li Taxa Davûltepe ya navçeya Mezîtliyê 31’ê Tebaxê li Galeriya Huner a Caretta Carettatê bê vekirin û heta 9’ê Îlonê jî ew ê dewam bike. Hunermend di pêşangehê de peykerên çêkirine û wêneyên kişandine berpêş bikin.

Gunehê desthilatdariyê tê veşartin

Yek ji rêveberê xebatê, wênegir Adîl Okay, got, ew ê bi xebatên xwe pirsgirêkên koçberan ragihînin. Okay, destnîşan kir ku heta diyardeya koçberiyê neyê lêpirsînkirin, dê bibe cihê pirsgirêkên mezin û got: “Berê ji ber koçberiya bi darê zorê ya dewletê, gelek Kurd hatin Mêrsînê. Mirovên ku ji ber koçberiyê dev ji warê xwe berdan, bi awayekî sîstematîk hatin tewanbarkirin. Ji dêvla ku sedema betaliyê û çandî bê lêkolîn, ev mirov hatin tawanbarkirin. Lê dem derbas bû vê carê bi deh hezaran koçberên Sûriyeyî hatin vî bajarî. Niha jî ew tên tewanbarkirin. Di şer û koçberiyê de sûc û gunehê desthilatê nayê dîtin. Lê belê sedema ku koçberên Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê, desthilatdariya AKP’ê ye. Lê belê ne çapemenî ne jî hin kesên din vê rolê nabînin yan jî naxwazin bibînin.”

Bi rasthatina roja aştiyê

Okay, da zanîn ku ew ê xebatên xwe li gelek deverên Tirkiyeyê bipêşve bibin û heta ew diyardeya koçberiyê ragihînin civakê û encam û sedemên wê derkevin holê, dê xebatên wan wê dewam bikin.

Her wiha  Okay bilêv kir ku ew ê pêşangeha xwe di erefeya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê berpêş bikin.

Wênegir Alî Osman jî destnîşan kir ku xebata wan tê wateya hembêzkirina civakan û hayjêçêbûnê. Osman got, di koçberiyên ji ber şer de herî zêde bandor li jin, zarok û kalûpîran dibe û wiha peyivî: “Wêneyên min girtine hinekî di warê hayjêçêbûnê de ne. Mînak; Min li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrdînê wêneyê zarokên karker ên koçber girtin. Bi wan destên xwe yên biçûk, textên ji qama wan mezintir tevî hosteyên xwe bi xîzarê jêdikirin. Di dema bêhnvedanê de li ber kargehê xwe dirêj dikirin û li ezmanan dinihêrîn. Kelkî li nav ewran xeyal ji xwe re dikirin. Bi pirranî koçber li cihên ku mirovên xizan lê dijîn, bi cih dibin. Li wan deran, me bi hev re sohbet kir. Pêdiviya zarokan pirr bi perwerdehiyê heye.”

Em destûrê nedin çewisandinê 

Osman, diyar kir ku bi awayekî zêde koçber tên çewisandin û got, “Jixwe me bi vê yekê dizanî. Lê dema em li ser vê xebatê hûr bûn, me fêm kir ku koçber bi awayekî zêde tên çewisandin. Di her firsendê de hindikbûna wan bi bîra wan tê xistin. Ev rewş ne tişteke baş e. Dema zarokên biçûk li kuçeyan dilîzin, malbatên wan koçberiya wan bi bîra wan bixin, dê di pêş de rê li ber trawmayên mezin veke. Divê rê li ber vê bihatana girtin.”

Osman, diyar kir ku xebatên wan ên bi vî rengî wê dewam bikin û got, “Heger hûn li vî welatî bijîn û hûn bi huner re elaqedar bibin, hûn mecbûr in projeyan çêkin. Loma divê em xebatên ku rê li ber çewisandinên civakî digirin, bikin.”