Koçerên ji ber ku zozanên wan ên li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di bin navê “herêma ewlehiyê” de hate qedexekirin li herêma Şênê ya di navbera navçeya Pasûrê ya Amedê û Mûşê bi cih bûn ji ber ku ev der jî hatiye qedexekirin bi fikar in. 3 malbatên wan ên ku nêzî hezar û 500 sewalên wan hene li qontara çiyayê Andokê li qada Kozme bi cih bûne û li vir li konên ku vedane hewl didin jiyana xwe bidomînin. Koçerên ku li vir bi tirsa êrîşên hêzên dewletê dijîn ji ber ku qadên jiyanê ji bo wan nayê hiştin bi gazinc in. Li Kurdistanê ji ber ku zozanên ku nehatine qedexekirin nemaye çiya bi çiya, zozan bi zozan digerin û bi mehan di riyan de dimînin û cihên ku bimînin digerin. Koçerên ku heta dawiya biharê li cihên xwe venaqetin di demên dawî de ji ber qedexeyan mecbûr dimînin cihê xwe biguherînin. Koçerên ku parçeyekî xwezayê ne ceryanê bi enerjiya rojê temîn dikin. Bi çiyanên ku şîn bûne, bi çemên diherikin ve di nava hevde bi keda xwe xwarinê bi hevre dixwin, jiyana hevpar didomînin.
Qada lîstika zarokan
Li qada Kozme ya ku konên reş û spî hatine danîn zarokên ku banz didin bi bizin û mihên ku nû zane ve dilîzin. Mezin jî karên rojan dikin. Roj piştî ku li pişt çiya hil tê bi sedan pez berdidin zozanên şîn. Bizin û mihên ku hejmara wan hezarî derbas dibe xwezayê bi rengên xwe dixemilînin û dimenên ku derdixe mirovan sermest dike. Şivanê li ber pez jî bi kefî û darê destê xwe dibe parçeyekî vî dîmenî. Koçer pezên xwe heta êvarê diçêrinîn û di saetên êvarê de li ser pişta hestiran bêrîvan ji bo mih û bizinan bidoşin derdikevin rê. Piştî karê dotinê ya bi saetan berdewam dike şîrên ku li pişta keran tê kirin ve vedigerin konan. Şîrên ku tînin vala dikin beroşan û li ser tifikê dikelînin. Bêrîven şîrên li beroşan dikin penêr û bi ked û îhtimameke mezin pênaran dikin eyaran û piştre jî kesên ji bajarên derûdorê tên dikirin û ji konan digirin û dibin bajaran.
Hiriyê hevrîng dikin
Di van dojan de jî koçer hiriya pezên xwe hevrîng dikin. Mîhên ku ji hiriyê xilas dibin dibezin şînahiyê, hiriyên ku tên bidestxistin jî ji bo bên firotin tijî çewalan dikin. Koçer dibêjin ku li gorî demên borî hirî zêde eleqe nabîne ji ber vê yekê jî buha kêm bûye. Koçerên ku jiyana komunal dijîn li vir xwarina xwe jî bi hevre çêdiki û tiştên ku qezenc dikin jî parve dikin. Xwarina ku tê çêkirin li kon bihevre dixwin, erzaq jî li konan ji aliyê jineke ku weke nûner tê hilbijartin vê tê komkirin, lîsteya tiştên hatine bikaranîn tê girtin kêmasî bi destên wê tên bicihanîn. Fatma Turk (68) a ku ji erzaq û komunê berpirsyar e diyar kir ku ew koçeriya ku ji kal û pîrên wan mane didomînin lê di demên dawî de ji ber ku bombebaran zêde bûye ji ber qedexeyan rojên zehmet û dijwar dijîn. Turk got ku ew her tim tirsa ku leşker dê bên wan derxînin dijîn û wiha got: “Em ê neçin ciheke jî. Ev zozan ê me ne.”
DÎHA/AMED