Koçerên ji bo çêrandina sewalê xwe çûbûn Zozanên Fereşînê, êdî vedigerin. Vegera koçeran 4 rojan dewam dike da ku bigihîjin Bêşebabê.

Koçer Tahir Işik, diyar kir ku ji meha Gulanê ve ew çûne Zozanên Fereşînê û ji bo van zozanan dibêje, “Li cîhanê cihê herî xweş”. Işik îşaret bi operasyonên eskerî jî dike û dibêje, tevî zor û zehmetiyan jî ew ê sala bê jî biçin zozanan.

 

MA / ŞIRNEX