Koçerên li Zozana Faraşînî ya di navbera Wan, Şirnex û Colemêrgê de ye, ji ber zivistanê vegera wan î ji mecbûrî dest pê kir. Koçerên ku li gel şer û qedexeyên AKP’ê yên li Kurdistanê jî berê dan Feraşînê, di bihar û havînê de li gel hemû qedexeyan jî zozan neterikandin. Koçeran diyar kir ku, dema ew ji bo pêdiviyên xwe dadikitin navenda bajêr li noqteyên venêrînê rastî gefxwarinên leşkeran dihatin û gotin, ew ê sala bê jî biçin zozanan. 



Metîn Ateş ê ku 15 roj berê ji Zozana Feraşînê vegeriya got, ji bo ew xwe bigihînin zozanên li ÇIyayê Bagokê ew 2 meh û nîvan meşiyane. Ateş diyar kir ku, debara wan î îsal ji ber operasyonên dewletê pir nebaş bûye.Ateş  wiha axivî: “Emê di destpêka biharê de dîsa biçin. Kuderê qedexe dikin bila bikin, ev qedexe ji bo me ne asteng in. Niha em diçin Bagokê, çimkî ji bo me cihê herî guncav ew der e. “ 


DÎHA / WAN