Li ser vê geşedanê Serokê Yekîtiya Sewalkaran Paşa Erol, 3 roj berê serî li Walîtiya Dêrsimê da û xwest walî têkeve nava hewldanan. Lê li gel ku 3 rojan xwest xe bigine walî ji walî randevû negirt.
'Koçer rastî mêtingeriyê tên'
Serokê Yekîtiyê Paşa Erol, bertek nîşanî vê helwesta leşkeran da û diyar kir ku ji sala 1992'an heta niha koçer rasti zilm û zordariya leşkeran tên. Erol, anî ziman ku wan di 12'ê îlonê de civîn pêk anî û endamên yekîtiyê beşdarî civînê bûn. Erol, daxuyand ku koçerê bi navê Azîz Konak li ser pirsgirêkê xwe rawestiya û got Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Karaoglanê ew rawestandine û serê her keriyekî 3 hezar TL bac ji wan girtiye. Erol, da zanîn ku li ser vê mijarê de 3 roj berê randewû ji Waliyê Dêrsimê xwest lê encam nesteniye. Erol, bibîrxist ku Meclîsa Giştî ya Bajar jî der barê mijarê de agahdar kiriye.
Erol, bilêv kir ku koçer ji Zozanên Qislê hatine Xozatê û bi qasî 40 kîlometre rê hatine û wiha got: "Dema koçer ji zozanan vedigerin deştê leşker wan radiwestîne û serê her keriyekî 3 hezar TL heqê zozanan ji wan distîne. Li aliyekî ji bo sewalkariyê pêş bixe 5 TL pere dide. Lê dema ku em derdikevin zozanên xwe heqê mêrgê 10-15 TL bajê ji me digere. Ev yek ne bes e, dema ku koçer ji zozanen xwe vedigerin jî vê care leşker serê keriyekî 3 hezar TL bacê ji wan distîne."
Serokê Meclîsa Bajar a Dêrsimê Serdar Erdogan, jî anî ziman ku der barê mijarê de hatiye agahdarkirin û dê mijarê ji Waliyê Dêrsimê re ragihîne. Erdogan, anî ziman ku agahiya ku qereqolê koçer sekinandine û asteng kirine. Erdogan, anî ziman ku dê mijarê lêkolîn bike û li ser raweste.
FERHAT ARSLAN - DÎHA-DÊRSIM