
Di jiyana Kurdan de mehkûmî û firarî cihekî pirr girîng digire. Heta salên 1970’yî kesên ku ji ber hêzên dewletê bûbûn firar, qaçax yan jî mehkûm, bi lehengiyên xwe dibûn efsane. Lê yek ji wan hebû ku nav û dengê wî li dinê belav bûye û bûye mijara kilam, roman, helbest û fîlman, ew jî Koçero ye.
Gava ez zarok bûm, kilama Koçero ji aliyê dengbêj Salihê Beynatî, Teyyibê Siarta û Mahmûd Qizil ve dihat gotin. Tê bîra min hin peyvên wê kilamê weha bûn:
“Suwaro, suwaro, suwaro, suwaro,
Lo lo Elî, xwediyê bavê mino hêdî bajo bigiranî,
Min digot serê vê sibekê, berê vê êvarê ranebe, berê xwe nede
Çiyayê Bêkendê, kêşa Xerza, lo bi mêvanî,
Wê di te re derê serê Koçero kekê Nesredîn, lawukê Silîvanî,
Wê te bikuje, heşra te rake li ser serê te bike kafirstanî…
Hêdî bajo bigiranî…”
Bi rastî navê wî Mehmet İhsan Kilit e. Koçero navleka wî ye. Lê di nava gel de herkes wî weke Koçero nas dike, ew jî xwe weke Mîrê Çiyayan dide naskirin.
Mihemed Îhsan, li Amedê, li gundê Hêlinê (Ev gund bi ser Farqinê ye) rêncber bû. Wê deme 18 salî bû û aşiqê Saliha bûbû. Saliha ji jê hez dikir. Ji bo zewacê pere diviya. Bêpere, bêqelen zewac çênedibû. Ji bo wan sedeman rabû çû heywanê xwe tev firot. Dûre dawet çêbû û Mihemed Îhsan gihişt evîna xwe. Lê piştî çendekî, ew zewaca bextiyarî hinekî hejiya. Çimkî Mihemed Îhsan bihistibû ku Xelîl Axa derdorê pîreka wî diçû û dihat û ew aciz dikir. Mihemed Îhsan nizanibû ka wê çi bikira. Ew, rêncberek feqîr bû û bêkes bû. Lê Xelîl li wê heremê axa bû, maldar bû û xurt bû. Dewlet jî li pişt Xelîl Axa bû. Koçero li xwe û hemberê xwe dinihêrt, axa pirr xurt bû. Ji bo vê pirsê çareserî nedît. Mihemed Îhsan û Saliha tiştê nav mala xwe dane hev û dotira rojê çûn Farqinê. Xelîl Axa dîsa nesekinî. Piştî çend rojekî din, li nav sûka Farqinê termê Xelîl Axa hat dîtin. Piştî vê bûyerê Koçero malbata xwe ji sînor derbas kir û şand Sûrî. Mihemed Îhsan jî bi tifinga xwe derket çiyayên asê û azad. Û piştî wê rojê Mihemed Îhsan, nasnameya xwe li pişt xwe dihêle û weke Koçero navdar dibe.
Xiyaneta Elîko û xezeba Koçero
Hîkayeta vê bûyerê ya di pirtûka min* de ji rastiyê bingeha xwe girtiye, lewma pirtûka min realîst e. Vebêjî ji derketina Koçero ya çiyayê Bêkendê dest pê dike, piştre ew li dora xwe grûbekê dicivîne, di nava wê grûba mehkûman de Şerîfo û Elo (Elîko) jî hene. Elîko beriya bibe firar, dilê wî dikeve keçikeke bi navê Firyaze (Ev nav xeyalî ye). Ew pirr li dora wê digere, lê Firyazê ji ber hin sebeban wî qebûl nake, di wê demê de Şerîfo nas dike. Gava ew û Şerîfo çav bi hev dikevin di nava wan de eşqeke bêhempa dest pê dike. Ev eşqa wan çiqas diçe bi pêş dikeve û di encamê de bi alîkariya Koçero ew dizewicin. Firyaza bûk li gundekî bi cîh dikin, dê û bavê wê, wê qebûl nakin û ew ji bo xatirê evîna xwe dev ji malbatê ber dide. Dilê her du evîndaran dikeve cih, ew digihîjin miradê xwe, lê Eloyê dilketiyê Firyaze bi vê bûyerê re derbeke mezin dixwe, xwe şikestî dihesibîne û naxwaze dev ji dilketiya xwe berde. Lewma jî digel ku ew di nava grûbekê de ne jî, ji Şerîfo kîn û buxd digire. Koçero nikare wan li hev bîne. Di demekê de ku Koçero diçe cem malbata xwe, Elo li ser nimêjê keysê li Şerîfo tîne û wî dikuje. Lê kuştineke çawa? Bi taht
û zinaran cesedê wî parçe dike, xereza dilê xwe ya li evînê barkirî bi vî awayî derdixîne holê. Çek û dûrbîna wî digire û diçe cem Firyaze. Gava Firyaze çav bi dûrbîn û çeka mêrê xwe dikeve, nas dike, fam dike ku Şerîf hatiye kuştin. Bi rojan li cesedê Şerîfo digerin, di encamê de Koçero dibîne û sonda hilanîna heyfa wî dide Firyazê. Elo êdî ji grûbê diqete û direve, lê Koçero dide pey şopa wî. Heta ku rojekê hîn dibe ku ew li gundekî bûye mêvan. Koçero kêmînê davêje pêşiya Elo, di kilamê de weha tê gotin:
“…Koçero kekê Nesreddîn ji hindav de rabû piya,
Destekî avêt dizgîna hespê,
Destekî avêt tivinga Elemanî
Ji milê Elo danî,
Got ‘lo lo Elo hevalê xayîn bêbextê ji mala bêbexta,
Min hevalê xwe Şerîf teslîmî te kir,
Lê te li ser nimêja sibê keys lê anî,
Derbekî li bejnûbala wî danî,
Te qet negot dê rojekê di min re derê
Serê Koçero kekê Nesredîn lawukê Silîvanî…”
Û di neqebê de wî dikuje, tola Şerîfoyê destbirakê xwe hiltîne. Kuştina Koçero jî trajediyeke mezin e; min di pirtûkê de jî behs kiribû, piştî ku ew heyfa Şerîfo dihilîne demekê tenê dimîne, biryarê dide ku biçe kampa petrolê ya Batmanê û di roja belavkirina miaşê personelan de wê derê bişêlîne. Bi kincên assubayekî dikeve hundir, lê mirovek wî nas dike û wî dişopîne. Berî ku Koçero şêlandinê pêk bîne, nûçe digihîje qereqolê û hawirdorê wî dorpêç dikin. Koçero teslîm nabe, ji nişke ve guleyan direşîne hawirdorê. Leşker wî li wê derê dikujin.
Pişta xwe dide çiyayan
Ev lehengê Kurd pişta xwe dide çiyayên Xerza û Botan. Ev çiya, çiyayên asê û azad bûn. Koçero û gruba wî bi salan li wê heremê bi serdestî dijîn. Koçero zilam kuştin, keçîk revandin û xelk û şirket şêlandin. Ew kesên ku maldar bûn, wî ji wan distent û dida wan kesên bêkes yan jî feqîr. Koçero, ji aliyê stranên dengbêjên navdar Tayyibê Siarta, Salihê Beynatî û Mahmûd Qizil ve hatiye gotin û bi vî şeklî bûye nemir. Çîroka Koçero çîroka êşa gelê Kurd e. Xwezî ku zimanê Pira Malabadî an jî çiyayên Xerza û Botan hebûya ji we re behsa Koçero bikira. Lê disa jî ji bo Koçero ez çend tiştê din bibêjim.
* Koçero, bi pirranî bi kincên leşkeran digeriya û dema ku hate kuştin jî kincên leşkeran lê bûn.
* Zordestîya axa li ser wan bû û wî tiştekî wisa qebûl nedikir.
* Koçero, ji bo xîreta xwe, namûsa xwe û ji ber zilmê, derket serê çiya.
* Ji bo Koçero were girtin, Tirkiye û Sûrî bi hev re peymanek çêkirin û leşkerê Sûrî jî lê digeriyan.
* Dewleta Tirkiyê ji bo Koçero were kuştin, ji balefirgeha Amedê balefirên şer radikirin û navbera Betlis û Wanê dihat bombekirin. Lê dîsa jî ew difilitî.(29.09.1962)
* Heyfa destbira yê xwe li çiyayê Bêkendê sitend.
* Koçero, di dîroka komara Tirkiyê de mehkûm yan jî nijdewanê dawî ye.
Ew, “Mîrê Çiyayan” Koçero bû.
CÎHAN YILDIRIM
* Cîhan Yildirim- Mîrê Çiyayan Koçero (Weşanxane J&J-2015) Roman