CANO ŞAKIR
Vê sibehê!
Bablîsokên kesk yên ji ser sînorên Helbece radibin vê sibehê li ser keviya parzemîna bîranînan bilind dibin xwe bi persgehên spî yên Şingalê nûjen dikin û di çolistanên stûxwar de yên dergehên Koço ve bi nav dikin,
Dergehên rizî yên qêrîna Helebce û pencereyên xemgîn ên hawarên Koço li ser gerdena sibehên bîranînên êşan de dipijiqin,
Toza xerdelê û bêhna bayê xwîna bê gunehan li ser keviya pozê vê sibehê de di çolistana olperstan de û biyabana xwedê nas de dibare,
Vê sibehê!
Pencereyên bendêmanê êşê yên çavbirçî li benda hatina gulên xemgîn bûne navendên ferman û komkojiyan,
Biharên êşê di pencereyên sibehan derbasî dilên peyvan dibin û di pirtûkên fermanan de dibin payîzên mirinê,
Nameyên ji keskên peyvan û ferhengên ji rengên rewrewka spiyê vê helbestê dike nav destên xwedawendên sibehên bê dad,
Sermestiya sibehên bîranînên tevizî xwe bi pêlên har re yên bêrîkirinên dijwar re davêjin goristanên komî,
Vê sibehê!
Tîrêjên roja xemgîn xwe bi destpêka vê sibehê de bi tiliyên bîranînên êşê re radipêçe,
Nasnameyên xewnan û duaya mirinê xwe wergerî pexemberan dikin,
Asoyên bêreng yên bajarên bêzar sermestiya êşan dikin û di nava cêrgehên sibehên mirinê de aram dibin,
Bablîsokên pirreng li ser pişta fermanan dibin xewnên bê navnîşan,
Kavilên hilweşiyayî yên kîmyewiyên kevnar di nava hawarên sibehan de berz dibin,
Rewanbêjiya destanan bi bendêmana êşan ve dişewitin,
Vê sibehê!
Ji helbesta dilê we difirim û ji êşa birîna we derdikevim û bi vegotina çirûskan ji sibeha êşa we xewa bîranîna êşê şiyar dibim,
Ji keska xwîna Helebce peyvên kuştî derdikevin,
Ji qêrîna birîna Koço keservedanên beravêtî diherikin,
Ji ser darbestên spî xizêmên mirinê bi zerê rojê re dibarin,
Ji gorên komî nalînên razayî ji xewê şiyar dibin,
Û.....
Ji goristanên jiyanê kefenên Adaran xwe bi darbesta sibehan didirûn û bi ser tiliyên mirinê ve dibezin.
* Ji bo keska birîna Helebca şehîd û cangoriyên Koço ya xwîn spî, ta ku êdî birînên kesk di nava xwîna spî de biherikin û di goristanên komî di binax bibin.