“Hêzên komploger û dagirkerên Kurdistanê dixwestin di kesayeta Rêber Apo de careke din gelê Kurd û tevgera Azadiya gelê Kurd tine bikin. Belê bi xebat û hewldanên aştî û ezmûnên Rêber Apo ev daxwaza hêzên komploger hatin pûçkirin.”

KODAR bal kişand ser tecrîta li Îmralî dewlet pêk tîne û got; “17 sal bi ser komploya navneteweyî re derbas bûn. Dagirkerên Kurdistanê û bi teybetî jî rejîma faşîst a Tirk piştî ku dîtin bi komployê ti encam bidest nexistin, dest bi pêkanîna tecrîta li ser Rêber Apo kirine. Her wiha li ser gelê Kurd jî dest bi siyaseta komkujî û qirkirinê kirine. Mînakên vê yên herî ber bi çav komkujiyên dewletê yên demên dawî li Cizîr û Sûrê ye. Ev hovîtî û çavsoriya dewleta Tirk bêçaretî û têkçûna wê dide nîşandan.”

Di dawiya peyamê de KODAR’ê banga xurtkirina têkoşîna azadiyê li gelê Kurd kir û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir; “Em soza xwe ya bi şehîdan re û biryardariya xwe ya li ser xebata şoreşgerî ya Apoyî nû dikin. Ji bo azadiya gelê Kurd û Rêber Apo, tol hildana dîrokî ya ji dijminan, em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê xurt bikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN