KODAR'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha ragihand; "Bi xemgîniyek mezin me nûçeya êrîşa hovane û terorîstî ya li dijî navenda Hizba Demokrata Kurdistanê (PDK-Î) ku bû sedema şehîdbûn û bîrandarbûna pêşmergeyên wê, bîhîst. Vê êrîşê tevgera me û hemû gelê Kurdistanê xemgîn kir.”

 Derman yekitî ye

KODAR'ê ji bo PDK-Î, pêşmerge, malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfa xwest û wiha pê de çû: ” Em bang li hemû partî û saziyên Kurd û gelên Kurdistanê dikin ku di van demên hestiyar ên Rojhilata Navîn de bi rûhê yekîtî û hestiyarî tev bigerin. Her wiha ji bo dubare nebûna bûyerên wiha û divê ji bo pêkhatina kongreya neteweyî gavên lezgîn û cidî bên avêtin."

Banga bihêzkirina têkoşîna neteweyî

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê êrişa li Koyê li dijî baregeha PDK-Î bi tundî şermezar kir û diyar kir ev pêla terorê ya herêmê metirsiyeke cidî ye ji bo hemû hêzên azadîxwaz yên cîhanî û herêmê.

Daxuyaniya PJAK bi vî rengî dewam kir: “Hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê di demên cûda cûda de bûne hedefa êrişên terorîstî yên rejîma dagirker ya komara Îslamî ya Îranê. Bi rêya kûştinan her hewldane pêşî li têkoşîna mafdar ya gelê Kurd bigirin. Ji ber vê em ev hewldanên terorîstî yên komara Îslamî ya Îranê û ya hemû ew dewletên ku li pişt terorê disekinin şermezar dikin. Ji bo vale derxistina van êrişan banga bihêzkirina têkoşîna neteweyî dikin.”