Li Îranê 21ê Sibatê hilbijartin hene. KODAR û PJAKê bi daxuyaniyekê eşkere kir, eger rejîma Îranê nexşerêya wan a çareseriyê li berçav negire û daxwazên wan ên ji bo demokratîkkirina Îranê esas negire, ew ê hilbijartinên parlementoyê û hilbijartinên Şarezayên Rêberî boykot bikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, eger rejîma Îslamî ya Îranê di xula 11’emîn a hilbijartinên parlementoyê de daxwazên demokratîk ên gelên Îranê û bi taybet jî Rojhilatê Kurdistanê berçav negire û nexşerêya çareseriyên pirsgirêkên Îranê ku 2018’an pêşkêş kiribûn esas negirin, ew ê hilbijartinên 21’ê Sibatê boykot bikin.
Li Îranê merciya dînî Rehberî ku merciya herî bilind a dewletê ye û kontrolê li ser hemû dezgehên dewletê dike, ji aliyê Meclîsa Şarezayên Reberî ve tê çavdêrî kirin. Meclîsa Şarezayan wê 21’ê Sibatê tenê li 7 parêzgehên Îranê bike û parêzgehên mane jî di dîrokek cûda de temam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN