Nivîskar tesbît dikin ku ne mumkin e dengên ji partiyên din bi emanetî hatibin serketina HDP´ê rave bikin. Li gorî wan Kurdên ku dengên xwe hew dan AKP´ê û zêdebûna rêjeya tevlîbûna hilbijartinan li Bakurê Kurdistanê ew sedem in ku serketina HDP´ê misogerkirine. Herdu nivîskar dibêjin, "di van hilbijartinan de rêjeya dengdanê ku carê kêm bû, vê carê hema hema bi qasî ya deverên mayî ya Tirkiyeyê bû, pê re jî ev deng bi şikandina bendê nûneran dişînin parlemanê. Ev jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê destketiyek e." Nivîskar di encamê de dibêjin "Gelê Kurd xwedî li beşdarbûna demokratîk derdikeve".
Di vê grafîkê de em dibînin ku rêjeya dengên li herêma Îdarî a bi navê Başûr Rojavayê Anatolê (Bajarên Amed, Batman, Mêrdîn, Riha, Dîlo, Semsûr, Sêrt û Şirnexê li vê Herêmê ne) zîde dibe û pê re jî rêjeya bikaranîna dengan jî zêde bûye.
Di vê grafîkê de jî mirov dibîne ku rêjeya bajarên rêjeya bikaranîna dengan li wan herî zêde zêdebûyî jî li Kurdistanê ne.
Di vê grafîkê de jî em dibînin ku li hemû bajarên rêjeya dengdanê li wan zêde bûye HDP´ê dengên xwe zêde kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN