Li taxên bajarê Reqayê şer dewam dike û pêr û doh berî nîvrojê 7 jê sekvan 27 çete li du taxan hatin kuştin. Paşê li du taxên din 40 çete hatin kuştin û cenazeyên wan jî li erdê man.

Hemleya Rizgarkirina Reqayê di roja 85`emîn de didome. Di vê çarçoveyê de pêr bi şev li aliyê rohilat ê bajêr li taxa Reqaya Kevin şer qewimî û di nav de 4 sekvan 15 çete hatin kuştin, şer doh heta dema amadekirina nûçeyê dewam dikir. Pê re jî hin çavkaniyên ji herêmê îdîa kirin ku ev tax bi temamî ji çeteyan hatiye rizgarkirin, lê belê QSD´ê ev agahî hîna piştrast nekiriye. Tevî van agahiyan, li taxa Reqaya Kevin û li taxa Rewda ya li bakur rojhilatê bajêr di şerê piştî nîvrojê de doh 40 çeteyên din hatin kuştin û li gorî agahiyên ji cihê şer termên çeteyan li erdê mane.  Li rojavayê bajêr jî li taxa Nehda bipêşveçûna şervanan dewam dike û li wir jî şer qewimî, di encamê de 3 jê sekvan 12 çete hatin kuştin.

Li heman aliyî, li taxa Mirûr jî şer rû da, lê derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. 


 REQA