Ji Şanoya Derme ya Stenbolê Derya Saglamê têkildarî hatinên xwe de axivî û got kolan qadên jiyanê yên zarokan e. Deryayê der barê hatina komê de wiha axivî: “Dema em li Nisêbînê bi zarokan re lîstika balonê dilîstin, zarokek hat cem min û got ti dikarî ji min re xanî çêbikî. Vê bandorek mezin li ser min kir. Ev jî nîşan bandora trawmaya hatiye jiyîn, nîşan dide. Me jî hewl da ji bo demek kurt be jî em trawmayan hinek kêm bikin.”
‘Dorpêç didome’
Deryayê da zanîn ku ji bo zarokan hatine Nisêbînê û got: “Em ji bo zarokan dilîzin. Em bi zarokên mexdur re şahiyan çêdikin. Me ji bo zarokên Kobanê û Êzîdî jî xebat meşandibû. Me li Stenbolê jî bi saziyên sivîl re ji bo zarokên mexdurên şer xebat meşand. Li Îzmîrê Taxa Bas jî ji bo zarokên penaber xebat meşand. Niha em hatin Nisêbînê û ev der ji bo me gelek girîng e. Ji ber hîna li Nisêbînê dorpêç didome. Ji ber vê min pêwîstî pê dît ku em bên.”
Li atmosfera şer hinek navber
Deryayê di dawiya axaftina xwe de wiha peyivî: “Di dema bernameyan de wesayîtên zirxî ligel me derbas dibin. Şopên şer û her tiştê li Nisêbînê hema wisa di carekê de sererast nabe. Em hema dixwazin di vê dema ku li virin de hinek navberê bidin atmosfera şer. Dema em derdikevin kolanê bêyî agahiya kesan derdikevin. Destpêkê bi çend zarokan destpê dike û piştre hev û din koordîne dikin û tên. bi vî awayî em dibin qelebalixeke mezin. Hemû zarok rastî hawira şîdetê hatine. Ji ber vê pêlîstokên di destê wan de ne tesadufeke ku çek e.”
JINHA / MÊRDÎN