
Operasyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya bi navê Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla, ku ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê tê meşandin, di roja xwe ya 30. de ye.
Li başûrê bajarê Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şerê dijwar diqewimin. Şervanên Minbicê mal bi mal, kolan bi kolan bi peş ve diçin. Şer li kolanan, 250 metreyan dûrî depoyên genim ên beriya çend roj ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatibûn rizgarkirin, giran bûye.
Balafirên şer ên koalîsyonê jî bombeyan li cihên çete lê bi cih bûne dibarînin. Balafirên şer pêr bi şev malek û depoyeke cebilxaneyan a çeteyan bombe kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran ji şervanan dixwin, pêr bi şev hewl dan bi du wesayîtên bombebarkirî êrîş bikin. Ev hewldana êrîşê ji aliyê şervanan ve hat pûçkirin.
Li rojhilat û rojavayê bajêr, şerê navber şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dike. Ji ber ku çeteyan gelek mayîn li derdorê bi cih kirine, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi kontrol bi pêş ve diçin.
Li xaçerêya El-Metahînê şerê dijwar
Li xaçerêya El-Metahîn a Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û komên çeteyên DAIŞ'ê de şerekî tund diqewime. Li gorî nûçegihanên ANHA’yê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de li xaçerêya El-Metahînê ku 1 km li bakurê bajêr e, şer didome.
Ku xaçerê were azadkirin şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wê bikevin navenda bajêr.
Çek û cebilxane bidest xistin
Şervanan di encama rizgarkirina çerxeriya Şerîa ya bajarê Minbicê de hejmarek mezin çek û cebilxane çeteyên DAIŞ’ê bidest xistin. Li gorî nûçegihanên ANHA’yê şervanan 8 mayinên ku çeteyan ji bo riya şervanan asteng bikin, çandibûn bêbandor kirin û bi sedan guleyên doçka, kilaşinkov û BKC’ê, zêdeyî 200 rextên hember guleyan û sedan rextên cebilxane desteser kirin. Her wiha di nav cebilxaneyê de gelek topên hawanê, pirtûkên çeteyan ku bi zimanê Rûsî bûn û nasnameyeke çeteyekî jî hene.
Xwe gihandin şervanan
Sivîlên ji nav bajar ku dikarin xwe rizgar bikin, rojane û bê navber ji çeteyên DAIŞ`ê direvin û xwe dighînin cihên ku şervanên hêza Minbicê rizgar kirine.
Pêr di seatên ber êvar de, bi dehan malbatên ji bajarê Minbicê xwe gihandin şervanên hêza Minbicê.
Şervanên Minbicê Leşkerî ya Minbicê jî niştecihên bajêr pêşwazî kirin û ew gihandin cihên bi ewle.
ANF/ANHA/MINBIC