7 ciwanên sala 2011’an li Îzmirê hatin gel hev, di bin navê “Goç” de komeke muzîkê ava kirin, ev 2 sal in jî bi navê Civaka Muzîka Anahîta li kuçeyan muzîkê çêdikin. Her çendî li kuçeyan bi gelek zextan re rû bi rû bimînin jî hewl didin bi muzîkê hêstên xwe bînin ziman. 


‘Muzîka li kuçeyan cuda ye’

Muzîkjenê bi navê Murat Avunç li ser wateya ‘Anahîta’yê rawestiya û got, wateya wê ev e ku; biçe ku li gel xwe bedewî û bereketê dibe, ev peyv jî di pirtûka pîroz a Zerduşt a Avestayê de derbas dibe. Her weha Avunç da zanîn ku ew dixwazin di muzîka Kurdî de di aliyê dîtbarî de aliyê mîtolojîk derxin pêş û weha pê de çû: “Me destpêkê di vapûr û metroyan de stran digotin. Mirov ji vê kêfxweş bûn. Piştre em pê hisiyan ku muzîka kuçeyan hesteke cuda ye.”


‘Muzîk azadî ye’

Celal Bayrak (Celo Boluz) hêj di zarokatiya xwe de dest bi muzîkê dike, niha di nava komê de sazbuşê bi kar tîne. Bayrak diyar kir ku ew bi muzîkê xwe azad hîs dike û got, “Bajarê Izmîrê bajarekî koçberan e, kesên koçber dibin li pey xwe çanda xwe jî dihêlin û ji bo ku em ji hemû çandan re dibin bersiv, ev kêfxweşiyeke mezin e.”

Bayrak destnîşan kir ku ew bi zimanên Tirkî, Kurdî, Erebî û Ermenîkî stranan dibêjin, dema hin kes li kuçeyan dibînin ku ew bi zimanên wan stranan dibêjin gelekî kêfxweş dibin.


‘Muzîk dema tê parvekirin xweştir e’

Farhood Khademî yê Îranî jî eşkere kir ku li Îranê muzîka kuçeyan qedexe ye, dema nû hatiye Tirkiyeyê bi muzîka li kuçeyan re rû bi rû dimîne matmayî maye. Khademî bi lêv kir ku wî bi Anahîtayê dest bi muzîkê kiriye û got, “Muzîka ku divê bê parvekirin, em çima bi xwe sînor bikin. Dîsa bi rêya konseran muzîk bi beşekê re tê parvekirin, lê dema muzîk li kuçeyan tê parvekirin hêj xweştir dibe.” 


 ÎZMIR/DÎHA