Li navçeya Kelar a Germiyanê ciwan û zarokan bi dirûşmeya ‘Ji kolanan destpê bikin’ dest bi pêngava darçandinê kirin. Şarederiya Kelarê alîkariyê dide pêngava keskkirina navçeyê. Di gava yekem de nêzî 50 dar hatin çandin.

Yek ji pêşengê pêngavê Karwan Reşîd li ser armanca projê peyivî û got; “Di vê pêngavê de armanca me ew e ku kolanên xwe kesk bikin. Em dixwazin li ber her malekê darekê biçînin. Divê xwediyê malê jî lê xwedî derkeve û biparêze. Zarok jî alîkariya me dikin. Ji bo ku di navbera zarok û xwezayê de dostî çêbibe û xizmeta jîngehê bikin, li şûna ku bişkênin.”

 

ROJNEWS/KELAR