Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrişê komeke kolber kirin. Di êrişê de kolberek kuştin û 9 kolber jî birîndar kirin.
Şeva din hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ya dikeve herêma Hewraman a ser bi Kirmaşanê, êrişê komek kolber kirin. Li gorî agahiyên nûçeya Kolbernewsê, di encama êrişê de kolberê 24 salî Ehmed Sehrayî yê xelkê gundê Dişeî yê navçeya Pawe hat kuştin û 9 kolber jî birîndar bûn. Navê kolberên birîndar bûne wiha ne; “Cebar Mihemedî, Zahir Nurî, Celal Nurî, Şahid Edak, Taha Silêmanî, Resul Hoşî û Şadman Seyîd” Gorî agahiyan hemu kolberên birîndar bûne xelkê gundê Kelaşî Ciwanro ya ser Kirmaşanê ne.
Tê gotin birîna hinek ji birîndaran girane. Li gorî dîmenên di tora civakî de belavbûne, gelek welatî li ber derê nexweşxaneya Pawe kom bûne û nerazîbûna xwe li hemberî hêzên rejîmê anîn ziman.
NAVENDA NÛÇEYAN