Min li vir Ewrûpayê kesên di sînoran de gule li bedena wan ketî, çavek wenda kirî, yên ku di mayînan de mil û lingên wan qetyane, nasîn. Mînak; li gundê navbera Nisêbîn û Behwerd û Aznawirê de kesên birîn, seqetî, heta ajalên kut û derb negirtine tune. Xwerû jî Kekê Mistefa nasî ku li herêma lê dijî, jê re “Xalê Mistefa” dibêjin. Jiwê, min çend caran xwest li ser vê birîna Kurdistaniyan binivîsim, lê nebû. Piştî ku min agahiyên saziyên mafê mirovan xwendin, nivîseke wiha wek divêtiyekê dît.

Dema mirov hinek bala xwe bide ser vê mijarê. Dibîne; roj tune ku di sînoran de mirov neyên kuştin, bi mayînan parçe nebin. Di her gundê nêzî sînor de bi kêmasî neh deh kes hatine kuştin. Ev tê wateya bi hezaran qurbaniyan. Di van mehên dawiyê de jî xwerû di sînorên navbera Îran û Iraqê de gelek kolberen belengaz bûn goriyên kemînên bêbext yên dagirkeran. Li gor hin daneyên saziyên mafên mirovan di nava van 8 mehên dawiyê de 42 kolber hatine kuştin. Bi sedan birîndar û her wisa jî girtî hene. Heta di vî warî de gelek filmên dramatîk jî hatine kişandin. 

Berê di nava gel de peyva "qaçaxçî" rûniştibû. Lê niha peyva "Kolber" cihê xwe girtiye. Ev peyv di van salên dawiyê de xwerû bi kuştina hin xebatkaran bi piştiyan di sînoran de dixebitin, kete zimanê me. Peyva "Kol"  tê du wateyan, yek; ji paş stû û ser milan re tê gotin. Ev peyv di nava gel de herî zêde, ji bo hilgirtina zarokan tê bilêvkirin. "Hele vê zarokê hilgire ser kola xwe." Du; ji peza bê qiloç re jî "peza kol" dibêjin. Kolberî di wateya kol-barî, piştkirin û karê hemalî û herî zêde jî ji bo wan kesan tê gotin ku bi piştiyan di sinoran de bi qaçaxî derbaz dibin.

Bêguman Kurdên li nêzê sînorên ku welatê me parçe kirine, bi bav û kalên xwe ve di divêtiya vî karî de mane, bi salan e  ku vê êşê dikişînin, vê birîna berhemê dagirkeran û parçekirina Kurdistanê ji me çêtir dizanin û wê êşê çêtir hîs dikin. Heke ew vê mijarê bigirin destên xwe û binivîsin, baştir dibe û dibe ku gelek serketî jî bin, lê mirov ne ji wê herêmê jî be, divê dîsa jî vê mijara ji êşên Kurdistanê yek e, hîs bike, binivîse. Hewldana min jî ev e.

Dewletên dagirker ne tenê welatê me, bîra me, hêviya me, têkiliyên me parçe kirine, wan li gel wê, ew bazirganiya di navbera parçeyan de jî qedexe kiriye. Dagirker di wan parçeyên di bin fermana xwe de cihê kar û karxanî bi zanistî ava nakin, hewl didin ku gel ji ber pirsgirêkên debarê û aboriyê neçarî koçbariyê bikin, bikişînin nava metrepolên xwe û di nava metrepolên xwe de bi her awayî bihelînin û wenda bikin. Ji ber vê sedemê jî mirov gelek caran hevoka "Stenbol Bajarê Kurdan yê herî mezin e!" dibîhîse. Ew Kurdana ne ji ber xweşiya Stenbolê, ji ber debara xwe û pisgirekên siyasî û aboriyê çûne wir. Piştî Tevgera Azadiyê berfireh bû di nava gel de rûnişt, dagirkeran bi kotek û êşkencê gelek gund valakirin, ew jî neçar man çûn nava metrepolên Tirkan.

Rewşa aboriya li Rojhilatê Kurdistanê hê xirabtir û êrişên dagirkerên Îranê ji yê Tirkan ne kêmtir in. Her çendî pirraniya nefta derdikeve li Kurdistanê ye jî, sudekê nade Kurdan. Îran wê diherikîne benderên xwe, kar li benderên xwe diafirîne. Ji gel re tenê sewalkarî û çandinî hiştine ku ew jî bê bazar e. Gelek malbat belengaz in. Ji bo debara malbatê divê ya biçe metrepolên Îranê yan jî derkeve derve. Malbatên vê derfetê bi dest naxin jî ji bo debarê neçar diminin ku di sînorên kemîna mirinê de kolberiyê bikin.

Ne tenê dagirkeran ev qedexeya sînoran danîya. PDK jî di sînorê Rojava de bi taybet jî di deriyê Sêmalkan de, heman politîka dagirkeran pêk tîne, hem jî bi fermana dagirkeran. Nahêle ku kes bi fermî derbazê Rojava bibe, yan jî ji wir were, li gel wê rê nade bazirganiyeke bikane ji aboriya herdu parçeyan re xizmetê bike. Pêşî li nexweş û rojnamegeran jî digire. Rojnamegerên dixwazin biçin Rojava, rêya nîvsaete, di şeş heft saetan de û bi şev diçin.

Kuştina kolberan ne nû ye, ev birîn ji roja Kurdistan bi sînorên mayînkirî û bi têlên strî çeperkirî û vir ve heye. Hinên wan kuştinan komkujî ne. Ji van komkujiyan yek bi helbesta Ahmet Arîf ya bi navê "33 Gule" di nava bala giştî de belav bû. Ev komkujî bi navê "Bûyara Muglali" jî tê zanîn. Sala 1943´yan 32 kesên jî Îranê vedigeriyan û ber bi Mehmûdiyeyê ve diçûn, girtin û dan ber guleyên xwînîn û bi komî kuştin.

Komkujiya kolberan ya êşa wê hê jî di mêjiyan de zindî ye jî, komkujiya roja 28´ê Kanûna 2011´an di sînorê gundê Roboskiyê de bi bombardumana F-16´an hat pêkanîn e. Di vê komkujiyê de jî 34 ciwan û zarokên Kurd  bi komî li ber çavên hemû cihanê hatin kuştin. Kujêr hê jî li ser kar in, ti saziyeke cihanî ew nekirine ber pirsiyariyê.

Hetanê sînorên di navbera parçeyên Kurdistanê de ranebin azadiyekê Kurd û Kurdistaniyan neyê, ev birîn dê her hebe.