Di gotarê de îşaret bi wê yekê tê kirin ka DAIŞ çawa deverên dîrokî û mekanên kevnar talan dike û tiştên talankirî digihîjîne bazarên li welatên rojavayî. Li gorî Amineddoleh divê daxwaza kiryariyan van berhemên antîk nexasim jî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê qut bibe da ku ev rengê fînansekirina DAIŞ´ê û pêre jî talankirina mekanên kevnar raweste.
Argumana sereke a gotarê ew e ku îştaha zêde ya koleksiyonerên li welatên Ewrûpî û rojavayî ya ji bo berhemên dîrokî û kevnar ên ji Rojhilata Navîn dike ku hin kes, derdor van mekanan talan bikin da ku bersivê bidin vê îştahê. Ango ev kesên ku ya rastî bi mîrateya berhevkirî serbilind xuya dikin, dibin sedema tinekirina vê mîrateya dîrokî ya mirovahiyê.
Ne argumanên bê bingeh in
Ev argumana li jor bê bingeh jî nîne, li gorî daneyên gumruka Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) rêjeya berhemên çandî yên ji Sûriyê di navbera 2011 û 2013´an de % 141 û ji Iraqê % 61 zêde bûye. Li gorî rayedarên hikûmeta DYE´yê bi xwe jî bi pêşdeçûna arîşeyê re ji bo DAIŞ´ê bi xwe jî ev berhemên kevnar veguherîne çavkaniyeke girîng dahetê ye; ji ber ku di bazara qaçax de ev rêje hîna zêdetir e. Kiryar bi xwe yan di guhê gê de ne û haya wan jê nîne ku DAIŞ´ê fînanse dikin yan jî bi hênceta ku berhemên çandî û dîrokî ji tinebûnê rizgar dikin vê kirina xwe ji bo xwe rewa dikin.
Lê belê hem di ware talankirina mîrateya dîrokî ya mirovahiyê de û hem jî di ware astengkirina fînansekirina DAIŞ´ê de hin rêxistin çavdêriya bazarê diking, hin dîrokzan berheman lêdikolin, hin arkeolog li berhemên talankirî digerin bi awayekî çalak, herçî dozger û rayedarên hikûmeta DYE´yê ne jî xwe amade dikin ku li gorî van encaman dozan vekin. Li aliyê din li gorî nivîskarê divê medya (nexasim ya civakî) bi wê berpirsiyariyê rabe ku vê talanê darîçav bike û xelkê û raya giştî agahdar bike.
NAVENDA NÛÇEYAN