Li herêmên Kurdistanê di destpêka salên 1990'î û heta dawiya salên 2000'î ji ber koçkirina bi darê zorê, bêkarî û betalî zêde bû. Ji ber xizaniyê bi hezaran kurd ji bo debara xwe bikin, berê xwe dan bajarên Tirkiyeyê û li wan deran weke karkerên çandiniyê yên demsalî dest bi kar kirin. Bi taybetî jî piştî salên 2000'î şert û mercên koçkirinê yên demsalî xerab bûn û karkerên çandiniyê yên demsalî di bazarê de hêza xwe û mafê xwe yê der barê mûçe de jî ji dest dan. Karkerên çandiniyê yên demsalî  ji aliyê hin kesan ve weke koleyên modern têne îstîsmarkirin; berê karbidestên wan heqrêya wan dida, niha ew jî ji kîsî wan e. Her wiha, bajarê ku diçinê jî li wê derê di kampên ji hev dêrandî de dimînin.
Jin jî di xebatê de û li cihê ku dimînin ji zilaman zêdetir bi pirsgirêkan re rû bi rû dibin û rastî astengiyên mekanîk tên. Jin di roja destûra xwe de jî nikarin derkevin derve. Bi vî awayî weke karker tên mêhtin, û li ser wan kontrola hişmendiya zilamê serdest jî pêk tê.
Doçenta alîkar Dr. Îclal Ayşe Kuçukkirca nexasim jî li ser welatiyên Mêrdîn û Amedê yên ku diçin Deryaya Reş û li wir dixebitin, lêkolînan dike; Kuçukkirca di biwara  pirsgirêkên karkerên çandiniyê yên demsalî  de axivî.
Kuçukkirca got, pirsgirêka karkerên çandiniyê yên demsalê ne bi tenê pirsgirêkeke çînî ye, her wiha nakokiyên nijadî û cinsî civakî jî dihewîne û wiha pê de çû: "li Tirkiyeyê bi tenê di aliyê tenduristiyê de li ser karkerên çandiniyê yên demsalî xebat tên kirin. Ji ber vê jî zêde daneyên der barê karkerên çandiniyê yên demsalî de li ber dest nînin."Ji ´Belkî´yê 3 klasîkên kurdî

'Heqdestê jinan ji yê mêran kêmtir e'

Kuçukkirca bal kişand ser cûdakeriya jin û zilaman jî û wiha peyivî: "heqdestê keda jinan û zilaman ne weke hev e. Jin li aliyekî di zeviyan de dixebitin, li aliyekî jî tevli xebatên din dibin. Yanî li mal jî dixebitin. Cilan dişon, zarokan xwedî dikin, xwarinê çêdikin. Di nava rojê de 3-4 saetan zêde dixebitin. Ligel vê yekê pere, heqdest nastînin. Her wiha li hinek cihan jî jin ji zilaman kêmtir heqdest distînin. Dîsa li kampên ku dimînin derfetên ku jin xwe bişon jî kêm in. Zilam dikarin biçin xwe li çêm bişon, lê jin nikarin."

'Divê di vê biwarê de siyaset bi pêş bikeve'

Kuçukkirca got, piraniya karkerên çandniyê yên demsalî ji kurdan pêk tê û wiha peyivî: "ji bo ku şert û mercên karkerên demsalê baş bibin hin proje hene, lê ev têrê nakin. Divê em der barê vê yekê de siyasetê bi pêş bixin. Divê em bi awayekî giştî rahêjin vê mijarê."


MELTEM OKTAY/DÎHA/AMED