LUQMAN GULDIVÊ 


Prof. H. Neşe Ozgen a ku  niha li zanîngeha Makedonya, li beşa Lêkolînên  Balkan, Slavîk û Rojhilatî lêkolînereke mêvan e li bajarê Yewnanistanê Selanîkê, akademîsyeneke Zanîngeha Hunerên Ciwan a Mîmar Sînan a li Stenbolê ye. Ozgen a ku di warê penaber û sînoran de jî pispor e, bersiv da pirsên me yên li ser penaberan û mêhtingeriya li ser keda zarokan. Li gorî Ozgen girîng e mirov ji hev der bixe ku penaber komeke hetrojen in ku di navê de yên Ereb, mêr, sunî û xwedî milk û dikarîn karekî ji xwe re ava bikin di asta herî jor de cih digirin. Li gorî wê ji bilî mêhtingeriya li ser keda zarokan, li Tirkiyeyê gelek zarok wekî şervanên komîn tundraw ên dawiya hefteyan jî tên bikaranîn û ya ku dewleta Tirk û raya wê ya giştî tevî çapemeniya wê xwe lê ker û kor dike jî ev rastî bi xwe ye.


Timî hejmar derdikevin pêşiya me dema em behsa penaberan dikin, aliyên insanî, aliyên ji hejmaran û ji sînorên siyasî û civakî û wê de yê penaberan çi ye?


Li Tirkiyeyê hejmara penaberan (bê kaxez) ya herî zêde ye, lê dema mirov berê xwe dide rêjeya wan, mirov dibîne ku rêjeya wan a herî bilind li Libnanê ye. Dema ku em behsa penaberên bê kaxez dikin, divê em zanibin ku em behsa komeke heterojen dikin ku dabeş bûye ne tenê li gorî welatan û rêjeyê, lê li gorî etnîsîteya wan (Kurd, Ereb, Asûrî, Belûçî, Ermenî, Fars, Efxan û yên mayî) mezheb û dînên wan (Sunî, Şîî, Êzîdî, Ate, Xirîstiyan û yên din), reng, cins, tercîhên wan ên cinsî, bi xeyrî menqûlên bi xwe re anî û menqûlên li pey xwe hiştî, bi halê xwe yê medenî, temenên xwe, statuyên xwe yên hatinê û awayên xwe yên hatinê (Bi pasaportê, piştre mana wan/bazirganîn mirovan/ew bi xwe bi rêyên qaçax û yên din), bi gelek awayên din ev kom ji hev cihê bûye. Li aliyê din divê em li van faktoran tiştekî din zêde bikin; polîtîkaya derve ya dewleta Tirk dikare her kêlî biguhere û li gorî wê halê penaberan di kategoriyên dost û dijmin de jî, ev yek jî dike ku statuya wan karibe her kêlî xirabtir bibe. Em ji jor ber bi jêr ve biçin ev statuyên hanê derdikevin hemberî me:

Komên mêrên sunî û Ereb li herî jor in; Êzîdî/Şafî yan jî Mislimanên ji mezhebên din, Kurd û jin di bin wan re ne, û li herî jêr jî Efxanên xizan, xwedî tercîhên cihê yên cinsî, jin û zarokên bê refaqet û bê kaxez ên reşik hene.

Li vir divê em îhtîmaml pê bidin ku unsûra sereke ya diyarkirina statuyan di nava vê koma heterojen de unsûra çînî ye. Yên ku karîbûn karekî xwe çêkin, xaniyekî bikirin yan jî kirê bikin, yên kaxezên wan hene, pê re jî sunî, Ereb û Sûriyeyî bin û di nava van de ew ên ku hikûmeta AKP´ê wan meqbûl dibîne, nisbî li kategoriyên li jortir cihê xwe digirin. Ji destpêkê ve xizmetên taybet dane van koman, alîkariyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî heta bi sala dawî nexasim jî ji bo van koman hatin terxankirin û ev kom nîşanî heyetan hatin kirin, xwestin weke ku vê alîkariyê bidin her kesî nîşan bidin.

Heta, ji ber ku di rojên pêşî ên hatina penaberan de nexasim jî di nava komên Ereb ên Sunî yîn hatî Tirkiyeyê de hêzên çekdar hebûn ku destûra wan hat dayîn di nava penaberan de bicih bibin yan jî ev rewş nehat dîtin, tevî ku hebûna wan dihat zanîn destûr nehat dayîn ku NY kontrol bike, bi ser de jî kesên li van wargehan diman têkiliya wan bi komên Ereb ên çekdar ên li Sûriyeyê re hebû û ev yek nekete ber lêpirsînê; van hemûyan kir ku dijminahiyeke li dijî penaber û Sûriyeyiyan li seranserê welêt belav bibe.


Dewlet bi xwe cudakeriyê diafirîne 

Li aliyê din ev cudakirina dewletê ya di nava penaber, koçber û bêkaxezan de di cih de xwe di nava girseya wê de dide der, nexasim serketina wan komên hikûmet pişta wan digire a di nava dikandaran û sektora xizmetê de bû sedema nerazîbûna Tirkiyeyiyan; ji ber ku vê nerazîbûnê nikare nîşanî wan komên dewlet destekê dide wan bide, berê wê nerazîbûnê dide mirovên li kategoriyên herî jêr.

Ango helwêstên xelkê beramberî bêkaxezan bi bend û cudahiyên dewlet diafirîne diyar dibin û heta mirov dikare bibêje ku dewlet bi xwe vê cudakeriyê diafirîne.



Li Tirkiyeyê ji gelek welatan penaber û koçber hene, lê li Tirkiyeyê êdî Sûriyeyî veguheriye hevmaneya penaberan, ev çi hal e?

Tevahiya koçberan daxistine nasnameya Sûriyeyiyan û ew jî tevde daxistine statuya rebenan, ev rewş zelûliyeke mezin diafirîne. Milet jî dewleta Tirk jîbê kaxezan bi tenê heger feqîr, reben, bêguneh, jin û zarok û heta mirî bin dikarin qebûl bikin. Sedema wê yekê ku bê kaxez ti carî nikarin di nava civakê de cihekî peyde bikin, nijadperestiya AKP di nava civakê de xwedî dike ye, ango tesîra wê gelek e. Dema ku sûriyeyiyan û bê kaxezan mutleq wekî rebenan nîşan didin jî vê waaza hanê li nava Tirkiyeyê didin welatiyan; “divê hûn qîma xwe bi wê bexteweriyê bînin ku miletekî we û sînorekî we heye”, “heger em ji hev belav bibin yan jî dengên mixalif bidin der, Xwedê neke aqûbeta me jî wê bibe weke ya Sûriyê,” û “Bi her halî nîzama heyî divê em destek bikin”, bi van waezan jî neteweperestiyeke ecêb bi tehlûke û kevneperestiyek tê xurtkirin.

Di vî warî de ya herî girîng ew e ku penaber û bê kaxez di mijara biryarên di biwara wan de bi temamî ji mafê gotin û temsîlê bêpar in.




Ka ez yekser berê xwe bidim meseleya xebitandina zarokan û bipirsim; gelo zarokên Sûriyeyî û Rojavayî koleyên nû yên aboriya nava Tirkiyeyê ne?

Di navê de hilberîn jî ev “kevneşopiyeke” kapîtalîst a ji sedsala 17´an e ku kom û hawîrdorên herî ketî bi buhayî herî erzan û di şertên herî xirab de bide xebitandin.

Kapîtalîzma Tirkiyeyê ji vê “kevneşopiyê” şûştî nîne. “Cihên sar nabin” (xewgeh û textên ku ji bo xewa saetan bi kirê tên dayîn), hefteyê bi 20 lîreyan rojê 16-17 saetan zarokên 6-9 salî didin xebitandin… Ev rêûresma kapîtalîzmê ya di biwara zarokan de ye.

Zarok nikarin perwerde bibin. Ciwan nikarin perwerdeya xwe bibin serî. Bi tenê rêyekê di şertên şidet û mêhtingeriyê de ji wan re dihêlin, ew jî ku bibin hêza kar a herî erzan.


Em dojehê nabînin

Lê belê aliyekî din ê vê kapîtalîzmê heye ku em hemû nabînin: Zarok û bê kaxezan ji wargehan yan jî ji cihên ku bi giranî ew li wa dimînin, digirin û wan dibin şer. Ji ber gefên kuûtinê yên li malbatên wan ên bi pirranî li welatê xwe dimînin, tên xwarin zarok û bê kaxez vê yekê qebûl dikin. Ji van re dibêjin “şervanên dawiya hefteyê”. Bi ser van de qaçaxçiyên endamên laş, laşfiroşî, qaçaxçîtiya derman û mirovan heye.  Cihekî şewatê ku veguheriye dojehê ya rastî li nava Tirkiyeyê, di nava civakê de dişewite, ev yek jî nîşanî me dide ka me çavên xwe çawa li gelek rastiyan girtine.


Baş e, em zarokan çima di vî halî de dihêlin em dikarin çi biguherin?


Em bi zarokên wisa re rûbirû ne ku tenê malbatên wan diparêzin, yan jî di destê cemaetên dînî û çeteyên çakdar de hatine hiştin. Em dibînin ku dema ev penaber diçin Ewrûpayê, hema di cih de dibin xwedî derfeta perwerdeyê.

Di rastiyê de di nava bê kaxezan de gelek mirovên jêhatî, baş perwerdebûyî, xwedî pîşe hene. Divê ew bibin xwedî wî mafê peyivîn û biryardayîna di nava civaka xwe de, divê ev li pêş bê girtin. Divê mirov beşdarî wan çerxan bibin ku derbarê paşeroja xwe de biryaran bidin. Divê em herî zêde doza vê bikin, vê biparêzin.



Şideta li dijî jinê bi destê desthilatê ye


E  laqedarî penaberan û jinên penaber, em şideteke organîzekirî bi gelek rûyan dibînin, ji fuhuşê heta şideta hişk. Kî vê bi rê ve dibe, dewra dewletê tê de çi ye?


Şebekeyên rêxistinkirî yên neteweyî û navneteweyî, paşverûtiya dîndar û DAIŞ jinan wekî xenîmetê dibînin û wan difiroşin. Heger em bibêjin desthilatdariya Tirkiyeyê hata xwe ji vê nîne, ev bi rastî jî safiktî ye. Li aliyê din nexasim jî jinên bê kaxez hema ku gihiştin temenê bikaranîna cinsî bi lez dikaevin nav lepên şebekeyên sûc, ev yek û mêhtingeriya cinsî ya jinên hema ji her temenî bikare tenê bi DAIŞ´ê bê ravekirin. Hewldana civakê a ku her şaneya civakî ya ku ji xwe kêmtir dibîne, pêşî bi rêya jinan bitepisîne, ku ew jinê weke metayeke dikare were firotin bibîne, beşên vê ne; pêşî li hişyarbûna wê tê girtin û bi vê serî lê tê tewandin, ji bo vê bike jî belav e ku bi piçûkxistina cinsiyeta wê vê bike. Paşverûtî û dejenerebûna ku heta îro veşartî bû, piştî ku desthilatdariya AKP´ê rê li ber vekir, veguherî helwêsteke meqbûl a mirov dikare pê pesnê xwe bide. Bi kontrolkirina cinsîbûn û zarokanîna jinê re û heger ev nabe bê tinekirin, ev yek heta bi wê radeyê çû ku bigihêje paşverûtiyeke tinekirina her kesê serî radike.

Bêcezaman, nexasim jî ji ber ku tiştên tînin serê jinan û bêkaxezan bê ceza dimînin, ev yek ji bo tevahiya Tirkiyeyê jî wisa bûye.

Ez careke din bibêjim, li Tirkyeyê mixalefet jî êdî di statuya bê kaxez û jinan de ye. Rêya ku mirov dikare pê li vê çûnê bigire jî ev e: muxalifet, jin, bê kaxez û her şêwaz jêrekomîn wan xwe bi xwe birêxistin bikin û bi hev re bibin yek. Li Tirkiyeyê û li hemû welatan kevirê çarqozê yê demokrasiyê, tevî bê kaxezan vekirina rêya  jiyaneke nû û hevpar e.